Peyamên sersaxiyê
Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi wesîleya wefata Şêx Ahmet Firat peyamek sersaxiyê weşandin.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Em ji ber wefata kurê Şêx Saîd ku yek ji pêşengên berxwedana gelê Kurd bû, Birêz Şêx Ahmet Firat gelek xemgîn bûne. Em ji bo wî ji Xweda rehmetê û ji hemû malbat û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji bo kurê Şêx Seîd Şêx Ehmed Firat ê jiyana xwe ji dest da, peyamek sersaxiyê weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Em ji malbat û xizmên Şêx Ehmed Firat û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."