Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor (berê Evrensel) ev çend sal in ji bo bîranîna şair Arjen Arî ‘Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî’ li dar dixin. Di pêşbaziyê de dosyeya ku bi ser dikeve wekî pirtûkekê tê çapkirin û balavkirin. Îsal 5 dosyeyan miracaet kir. Juriya îsal ji Fewzî Bîlge, Yeqîn H., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosye nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qinyata hevpar a her pênc endamên juriyê, bi boneya ku xwediyê ‘dosyeyê edebiyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêviya bipêşketinê dide’, dosyeya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî xelatê dîtin. Heta niha Selamî Esen, bi “Qijikên Xêrê”, Yehya Omerî bi “Anatomiya Demsalên Zer”, Narîn Yukler bi “Rê û Rêç”, Emerîkê Sidîqayê bi “Nameya Şîn” (bi navê Vê Lehzê Vê Payîzê hat çapkirin) û Miradê Miradan bi “Radîşo”yê heman xelat wergirtin. Sala 2016’an bi xwe ti berhem hêjayî xelatê nehatibû dîtin.

Ji bo hejmara 110’ê ya Duvar Kitap Dergiyê ya rojnameya înternetê Duvarê, Mevlut Oguz bi xelatgirê îsal ê pêşbirkê Suat Baran re peyivî. Suat Baran jêre dibêje, “Arjen Arî, mînanî sêhrbazên demên berê bi serê xwe dengek û qonaxek bû”. Baran ji bo Elbakof dibêje, “Elbakof hem gundê min e, hem tevahiya Kurdistanê ye; hem ez im hem dijminên min e. Elbakof, her çiqas bişibe mirovan jî ji mirovan wêdetir ax, welat, xanî, gor, cihê jibîrbûyî, ciyê hatiye pêpeskirin e.”

Kurdî ji min re got tu heyî

Di hevpeyvînê de Suat Baran ê bi rexneyên xwe yên wêjeyî tê nasîn, dibêje, “Nivîsandin wek ji zaroktiya min ve her tim ji min re bûbû arîşe, îhtimalek gelek sedem li ba min hebûn min nedikarî binivîsanda, yek ji wan jî ev bû: bi kîjan zimanê min ê binivîsanda? Ya duyê jî ez ê çi binivîsim û çawa binivîsim, ruh û mêjiyê min hazir bûn gelo ji bo vê yekê? Meseleya zimên nehişt ez bi rehetî binivîsim, di çend zimanan de asê mabûm. Yûnaniya min a nivîskî qels bûbû jî min çend helbest bi vî zarî jî nivîsandin, ên xwendine pir hez ji wan kirin, heta yek ji wan di romaneke hevalê min de bi navê min jî çap bûbû. Bi Ingilîzî û kêm caran bi Tirkî jî ceribandinên min çêbûn, lê tu carî yekê ji wan bi qasî Kurmancî dilê min rehet nekir, azadî neda min, ne got tu heyî, ne got, mirov dikare bi rastî jî qise bike! Min ev yek di Kurdî de dît.”

Ji Elbakê çêkirina insanekî

Serhatiya navê Elbakov jî ew wiha rave dike, “Gundê me û derdora me dûrî hewza Behra Wanê ne, nêzî Elbak, Colemêrg û Salmas û Urmiyayê ne. Em nêzî wan deveran de bûn, loma ziman û çanda me ne ji sedî sed Serhedî ne jî ji sedî sed Colemêrgî bûn. Dema ez rûniştim, li navekî ji bo helbesta xwe geriyam, min got, ji xwe re şexsiyetekê çêkim, bila hem nîşana erdnigariyê be hem jî nîşana dîroka devera me be. Min got Elbak baş e, xweş Kurdî ye, ka mirov çawa Elbakê dikare bike insan, ger min bigota “Elbako” sûretekî mirovan di serê min de çênedibû. Li aliyekî din jî, ji dîroka serhediyan ku êrişa Rûsan û çanda wan gelek çi bi erênî çi bi nerênî bandor lê kiriye, min xwest mîna marqaya saetê Serkisof bikim Elbakof. Hem berê min dide warê me ku em tê ewirîn, hem jî dîroka sedsal berê, hem jî deng û şêwaza mirovekî bide. Loma Elbakof hem gundê min e, hem tevahiya Kurdistanê ye; hem ez im hem dijminê min e. Hem jî dibe ku ti der nîne. Nizanim. Belkî mînanî Asûsa Dicle, Yoknapatawpha County ya Faulkner, Macondo ya Marquez, Elbakof jî her çiqas bişibe mirovan jî ji mirovan wêdetir ax, welat, xanî, gor, cihê jibîr bûyî, ciyê hatiye pêpeskirin be.”

 

NAVENDANÛÇEYAN