Alan Dilpak di amadekirina pirtûkên dersê yên li gor pedegojiya nûjen de nav û navnîşana yekemîn û herî serkefti ye. Bi salan e, bi giranî bi derfetên xwe dixebite ku hin berhemên hêja ji zarokên Kurdan re têke yadîger. Hemû mamoste di wê baweriyê de ne ku ew di vî warî de serkeftî ye, ji wê jî ji rêzdar Alan Dilpak re rêz digirin.
Berhemên wî gelek profesyonel û bi zanyariyên pedegojîk yên nû hatine amadekirin. Beguman berhema yekem, ya ku di vî warî de pisporiya wî li ber çavan raxist, berhema ji bo pêngava yekemîn hatiye amadekirin, ya bi navê: „Xwendin Ronahi“ ye û pirtûka wê ya xebatê ye. Li pey wê berhemên wî yê din wek xeleka zincîrê li pey hev rêz bûn. Mirov dikane hin ji van mircanên bi nirx û watezêrîn wiha rêz bike. Ji bo dersê „Gencîneya Peyvan 1, 2, 3, 4.“ Ku bi metodeke ji yên ewropiyan nûjentir û bi wêneyên profesyonel hatine amadekirin. Pirtûka Wêneyên bi ABC 1,2,3,
Li gel wan çîrokên zarokan yên bi wêne wek: „Xewna Siltanê, Kurmê çavbirçî, Çîroka Bizê, Zoto 1, 2 ; Zimanê min ê Taybet, Rovî û Zenbîl, Şêr, mî û gur, Şêr û rovî, Çûk û Pîrê, Roviyê Teriqut, Ker û heft gur“ û hîn gelek berhemên din dane.
Bêguman di hin waran de rexne jî li zimanê wan tê girtin ku ev jî li gor rewşa zimane me tişteke xwezayî ye. Ji ber ku hê hêdî hêdî standardizebûna zimanê Kurdî rûdine. Gelek caran jî pirsgirekên şovenîzma heremî nehêle ku rastiya berhemên wî were têgihîştin.
Ez dixwazim di vê nivîsê de piçek berhema wî ya bi navê Kurmê Çavbirçî/ Kermo Çimvêşayî (kirmanckiya wî Lerzan Jandil amadekiriye) ya bi du zimanî bidim nasandin. Xwezila di cihê peyva “çavbirçî” de di her du zaravayan de jî peyva „çilek“ bikaranîba. Wê demê di navbera kirmanckî û kurmanci de yekitiyekê jî pêkdihat. Li aliyê din di hêla wateyê ve hê baştir dibû. (bêguman ev dîtna min e.)
Ev berhem bi du zimanî hatiye amadekirin Kurmancî –Almanî / Kirmanckî-Almanî. Ji du pirtûk û sêlikekê pêk tê. Pirtûka yekem rengîn e û ya xwendinê ye. Pirtûka duyem bi wêneyên bi pisporî hatiye amadekirin ku zarok bi xwe birengînin. Dê û bav dikanin vê berhemê êvarekî yan jî çend êvaran ji zarokên xwe re bixwînin.
Naveroka çîrokê wiha ye : Kurmikê sêvan gelek çilek e. zikê wî têr be jî, çavên wî têr nabe. ji sêvekê derbazê sêva din dibe. Her û her dixwe. Ji ber ku pir qelew dibe di hundirê sêvekê de asê dimîne. Dendikê sêvê aqil dide wê û ew xwe zayîf dike.
Zimanê wê hêsan e. lê bi dîtina min hin hevok dirêj û hin peyv jî ne li gor cihana zarokan e. Bi taybetî jî hevokên beşa almanî gelek dirêj in.
Ev berhem bi du zimanî (Kurdî-Almanî) taybetî ji bo zarokên li Almanyayê tên dunê hetiye amadekirin. Lê zarokên li welatê din jî dikanin ji Kurdiya wê sûd wer bigirin. Li aliyê din li Almanyayê ji bo zarokên hemû biyaniyan berhemên wiha du zimanî hene. Hebûna Kurdî – Almanî jî xwediyê wateyeke taybetî ye.
Dibe ev were fikra mirovan ku li welêt jî berhemên wiha du zimanî ji bo zarokan werin amadekirin. Ez bi xwe vê erênî nabînim. Lewre zimanê perwerdê çi be, zarok dixebitin ku bi wî zimanî bixwînin, ji ber ku ew wî zimanî baş fêm dikin. Ji bo zimanê duyemîn, yan jî di rêza dawiyê de serên xwe naêşînin. Ji ber ku li welêt zarok diçin dibistanên bi zimanê tirkî, wê bi giranî bala xwe bidin ser beşa tirkî. Li vir jî zarok berê li almaniya wê dinêrin. Dema canê wan bixwazin hîna li Kurdiya wê dinêrin, le naxwînin. Bêguman ev jî aliyê nerênî ya vê pirojeyê ye.
Nasnameya Berhemê
Nav: Der gefräsige Wurm; Kermo Çimvêşayî /kurmê Çavbirçî
Pirtûk ji 43 rûpelan pêk tê.
Li ser belgê pêşiyê kurmekî di navbera du gulên berbiroj û çembera ji sêvan pêktê. Le çengê rastê (ya bê reng li çengê çepê ye) rojekê wêneyê xalxalok pepûle û di çivîkan lê hene.
Xwestin:
Kurmê çavbirçî Kermo Çimvêşayî