Hebûna Kurd û Kurdî li Tirkiyê nayê naskirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê berî bi demekê diyar kiribû ku wê li saziya xwe ya bi navê ÎSMEKê kursên Kurdî bide. Kurdistanî dixwazin vê di pratîkê de bibînin û dixwazin ev huqûqî û fermî be.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu beriya hilbijartina 23’ê Hezîranê gotibû wê li gorî daxwazê perwerdehiya Kurdî li Kursên Perwerdeyê yên Hunerî û Pîşeyî yên Şaredariya Stenbolê (ÎSMEK) bê vekirin. Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî beriya bi demekê gotibû li ÎSMEK’ê ya girêdayî Şaredariya Stenbolê wê kursên zimanê Kurdî pêk bên. Baş e, Stenbolî der barê vekirina vê kursa Kurdî de çi difikirin?

Perwerdehiya Kurdî nehat nasîn

Abdulhekîm Alptekîn diyar kir ku bi milyonan Kurd li Tirkiyeyê dijîn û wiha got: “Fêrkirina Kurdî ya bi qursan wê kêm bimîne. Kurd welatiyên vî welatî ne. Di ti astê de ji bo zarokên Kurdan perwerdehiya Kurdî nehat nasîn. Li Meclîsê bi Ingilîzî, Fransî û Erebî û hwd. tê axaftin. Lê belê dema wekîlên Kurd bi Kurdî diaxivin wek ‘zimanê nayê zanîn’ di qeydan de cih digire. Neheqiyeke mezin li milyonan Kurdan dikin.”

Divê dibistanên Kurdî hebin

Alptekîn anî ziman ku li cihê Kurd piranî ne, divê dibistanên bi Kurdî perwerdehiyê bidin bên vekirin û got: “Heke em birayê hev bin divê ev yek bê kirin. Ez wek kurdekî baş bi Tirkî dizanim. Lê Tirkek bi Kurdî nizane. Çima zimanê dayika min nayê zanîn? Zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e. Kes nikare vî mafî ji destên Kurdan bigire. Divê di perwerdehiyê de Kurdî û Tirkî wek hev be. Lazime Kurdî wek destûra bingehîn mîsoger be.”

Ingilîzî, Elmanî û Erebî heye, Kurdî tineye

Orhan Aydogdu jî diyar kir ku ew daxuyaniyên CHP’ê yên di vî warî de erênî dibîne û wiha got: “Heke fikrek wan wiha hebe bila demildest pêk bînin. Kesên li dijî Kurdî bila biçin li Çanakkaleyê binêrin. Kurd û Tirk bi hev re di gorê de ne. Niha li gelek deverên Stenbolê tabelayên bi Ingîlîzî, Elmanî û Erebî hatine daliqandin, lê tabeleyek bi Kurdî nîne. Kurdî qebûl nakin.

Divê gelek gav bêne avêtin

Aydin Duman jî da zanîn nenasîna zimanê Kurdî ya li vî welatî aciziyê dide wî û got: “Kursên Kurdî wê hinekî hêvî bide me û em bawer bikin ku hinek tişt rast dibin. Lê divê gelek gav bên avêtin.”

Ne tenê gotin pratîk divê

Mehmet Emîn Duygun jî got, divê ne tenê bi gotinê, lê divê pratîkî vê nîçan bidin. Ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin divê şaredariyên navçeyan jî di vî warî de gav biavêjin û kursên Kurdî vekin. Bi milyonan Kurd li Stenbolê hene.

Divê huqûqî û fermî misoger bikin

Rêveberê Komeleya Lêkolînen Kurdî Eyyup Subaşi jî da zanîn ku ew der barê kursa were vekirin ne xwedî agahî ne û got: Ya girîng ew e ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî were temînkirin. Ya herî girîng jî ew e ku divê Kurd û zimanê wan bi awayekî fermî li Tirkiyeyê werin nasîn. Heke kursek ne fermî be wê sibe jî bigirin. Divê di warê hiqûqî û fermî de misoger bikin.”

 

MA / STENBOL