Komeleya Lêkolînên Kurdî, dest bi qeydên serdema payîza 2019’an kir. Komele wê bi dersên fêrkirina Kurmancî, Soranî û Kirmanckî bide.

Komeleya Lêkolînên Kurdî, li Navçeya Beyoglu ya Stenbolê li avahiya xwe wê van kursan organîze bike. Ji bo Kurmanciyê de di astên 1, 2, 3 û 4’ê de perwerde wê hebe. Bi Kirmanckî di asta 1 û 2’yê de, bi Soranî jî wê di asta 1’ê perwerde hebe. Heryek ji kursên ziman wê 3 mehan bidome. Komele wê her hefteyê di nava hefteyê de 4 saetan perwerdeyê bide şagirtan. Di dawiya hefteyê de jî ew ê 3 saatan dersê bide.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Sîpan Haco got, di bihar, havîn û payîzê de salê 3 serdeman perwerdehiyê didin destpêkirin: “Niha me ji bo serdema Payizê qeydên kursan dan destpêkirin. Astek ji bo kesên qet bi Kurdî nizanin. Asta duyemîn ji bo kesên diaxivin, lê nikarin binivîsin û bixwînin. Asta dawî jî ji bo kesên diaxivin, dinivîsin û dixwînin. Piştî perwerdehiya 3 astan em sertifîkayê didin şagirtên xwe.”

Sîpan Haco got, elaqeya beramberî ziman li gorî pêvajoya siyasî diguhere: “Ji gelek zanîngehên li Stenbolê xwendekar elaqeyeke mezin nîşanî zimên didin. Salê em nêzî 15 mamosteyan perwerde dikin. Di bin banê enstîtuyê de nêzî 40 mamosteyên me hene. Niha nêzî 15 mamosteyên me pirr çalak xebatê dikin. Em bang li her kesî dikin û dixwazin ku werin qeydên xwe çêkin.” n STENBOL