Rêveberiya Jinan a Reqayê doh bi hevkariya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê li taxa El-Meşlib, li ser banga jinan dewreya fêrkirina xwendinê ji jinan re vekir. Merasîma vekirinê bi beşdariya xebatkarên saziyên sivîl û rêveberiya jinan hate kirin. Dewre wê dersê bide 90 jinan û 6 mehan jî wê dewam bike. Di merasîmê de li ser navê Meclisa taxa El-Meşlib ji rêveberan Rîma Îbrahîm axivî: “Ev gav weke gaveke erênî ye ber bi naskirina jinan a kesayeta xwe ve. Jinên zana bingeha avakirina hemû beşên civakê ne.”
ANHA / REQA
Dêra Zorê tê ziftkirin
Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêra Zorê dest bi ziftkirina rêyên bejahiya Dêra Zorê kir. Komîteyê bi armanca hêsankirina awayê çûn û hatinê û tevgera erebeyan, li ser banga şêniyan û şêxên eşîran dest bi ziftkirina rêyên xerabe kir, da ku rewşa xizmetguzariyê ya deverên nû rizgarkirî baş bibe. Xebata ziftkirinê ji rêyên van gundan pêk tê. Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêra Zorê, Cîhad El-Lcî got, “Projeya ziftkirinê ji girîngtirîn projeyên xizmetguzariyê ye, ji ber ku rê rastî xerabkirinê hatine û ji bo şêniyan ev yek giring e.”
ANHA / DERA ZOR
Bi 5 zimanan distrê
Li Şehbayê zaroka bi navê Mufîde Hemdî ya 13 salî, tevî zimanê xwe yê dayîkê Kurdî, bi Erebî, Hindî, Farisî û Sûryanî jî stranan dibêje. Mufîde tevî hevalên xwe beşdarî çalakiyên stran gotinê û govendên Kevana Zêrîn dibe. Ew ji gundê Mîrkan ê Mabatayê ye. Mufîde li rex xwendinê, li Navenda Çand û Hunerê fêrî muzîkê dibe. Mufîde ji 7 saliya xwe ve guhdarî stranên Hindî û Farisî dibe. Ew dibêje, “Ez ji biçûkahiya xwe ve ji stranan û strangotinê hez dikim. Bi teşwîqa malbata xwe, tevî hevalên min li Navenda Çand û Hunerê fêrî gotina stranan bûm. Piştî derketina me ji Efrînê min stranek li ser Efrînê jî hûnand.”
ANHA / ŞEHBA
Li Etiyopya berpirs tên kuştin
Berpirsên hikûmetê yên li bakurê Etiyopyayê ji ber hewldana darbeyê tên kuştin. Serokê hikûmeta wîlayeta Emhere û şêwirmendê wî hatin kuştin. Kanala fermî ya welêt ragihand ku serokê hikûmeta Emhere Ampacho Moconne û şêwirmendê wî hatine kuştin. Kanalê wekî din piştrast kir ku li pişt hewldana darbeyê generalê di artêşê de ye. Hat zanîn ku serokê artêşa Etiyopyayê, Sirî Mikonen piştî çend saetan ji hewldana darbeya binketî ya li dijî hikûmeta wîlayetê, rastî gulebaranê hatiye.
Di heman demê de, yekser nehat ragihandin ka serokê artêşê hat kuştin yan birîndar bûye. Rayedaran da zanîn ku pirraniya darbekeran hatine girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN