Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê amedekariya vekirina nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina nexweşiyên zarokên li bajarê Kobanê, dike. Tê payîn ku nexweşxane di 2 mehên pêş de deriyên xwe veke. Hevserokê desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku pêvajoya yekemîn bidawî bûye, pêvajoya duyemîn jî li ber qedandinê ye, û got: “Wê di nexweşxanê de amûrên oksijînê bên amadekirin. Malzarokan û beşa lênerîna baş, dermanxane û beşê lîstikên zarokan têde cih bigre. Ev gaveke giringe ji bo xizmeta şêniyan. Ji ber heya niha ti nexweşxaneyên taybet ji bo zarokan nehatine vekirin.”
KOBANÊ
Li Qamişlo pirsgirêka çopê
Çopa giştî ya bajarê Qamişlo, li gundê Navkurê yê ku dikeve rojavayê bajêr tê rijandin. Ji ber germa zêde gelek caran agir bi çopê dikeve. Şêniyên gund ji bêhn û dûmana ku ji agirê çopê derdikeve bi gazin in. Desteya Şaredariyan a Herêma Qamişlo amedekariya projeya vegerandina çopê dike. Endamê rêveberiya beşa Hawîrdorê yê Şaredariyan a Kantona Qamişlo Tariq Mihemed diyar ku di demên dawî de gelek şîkayet der barê çopê û dûmanê de tên û got: “Em dixebitin da ku ji pirsgirêka çopê xelas bibin û çareseriyeke guncaw jê ra peyda bikin. Me komîteyek ji bo parastina cihê çopê û agirvemirandinê amedekiriye.”
QAMIŞLO
Li Şedadê şewat kêm bû
Ji ber şewatên bizanabûn heta niha li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zeviyên çandiniyê hatin şewitandin. Bi taybet li herêmên Cizîrê. Şaredariya Gel a navçeya Şedadê û Ebdan tîmek taybet ji bo vemirandina şewatan ava kir. Şaredariya Gel sarincên avê ji bo tîmên agirvemirandin û rewşên awarte veqetand. Hevserokê Şaredariyan Ebdan Taha El-Elî got, tevahiya komîteyên awarte û agirvemirandinê ji bo her rewşa awarte amade ne. Hejmara donimên ku li herêmên me şewitîne, 700 donim in. Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed El-Salih jî got: ”Bi saya hevkariya şêniyan di peydekirina sarincên avê de û alavên ku ji rewşê awarte re hatine diyarkirin, rêjeya şewatan û ziraran li herêmê kêm bûye.”
HESEKÊ
Li Şengalê xwedîkirina mêşên hingiv
Xelqê Şengalê ji bo debara xwe mêşên hingiv xwedî dikin. Mêşvan û dikandarên Şengalê dibêjin, hingivê Şengalê gelek giran e, lê kiryarên xwe jî zêde ne. Berkat Talo yê ji nehiya Tilezêr a ser bi Şengalê ye, ev 3 sal in karê mêşvaniyê dike. Berkat Talo got; “Îsal hingiv pirr kêm bûye. Bihara Şengalê biharek pirr xweş bû. Lê, nizanin ji ber çi berhem kêm bû. Lê hingivê Şengalê cuda ye. Esnafê bi navê Coqî Cemîl jî got; “Herî zêde hingivê Şengalê dikirin. Ev 4 sale ez dikandariyê dikim. Hingiv dikirim û difiroşim. Gelek curên hingiv ji me re tên. Lê hingivê Şengalê ji hemûyan girantire, lê xelq herî zêde hingivê Şengalê dikirin.”
ŞENGAL