Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo 10’ê Îlonê dest bi belavkirina mazota sobeyan kir. Heta niha 900 hezar lître li şêniyên navçeyên rojhilat û rojavayê bajêr hatiye belavkirin. Komîteyên di meclisên bajarê Qamişlo de mazotê ji komîteya sotemeniyê werdigire û radestî komînan dike. Da ku li şêniyan bê belavkirin. Her lîtreyek bi 75 lîreyên Sûriyê ye. Dê her malbatek di zivistanê de 600 lître werbigire. Yek ji rêveberên Buroya Rêveberiya Şaredariya navçeya rojhilat Fewaz Xelîl diyar kir ku 5 tax li navçeya rojhilat hene; taxên Cûdî (Qenat Siwês a berê), Qidûrbeg, Enteriyê û Meyselon. Rojane bi komîn û meclisan re karê belavkirinê tê kirin. “

 

QAMIŞLO

   
   

Projeyên şaredariyên Girê Spî

 

Şaredariyên gel ên kantona Girê Spî rêzeprojeyên xizmetguzarî ji destpêka Havînê ve dest pêkirine. Her wiha hîna xebatên wê di projeyên din de berdewam in û amadekariyên zivistanê dikin. Girêdayî avakirina piran li bajarok û gundên girêdayî kantonê, şaredariyan 5 pir li bajarokê El-Şirkê, 5 li bajarokê El-Zêdî û 4 li bajarokê El-Cirin ava kirin. Şaredariyan 2 km ji toreyên kanalîzasyonê li bajarokê El-Hîşe û hezar û 700 metre li bajarokê El-Elî Baciliyê û 2 km li bajarokê Hemam Turkmen dirêj kirin. Li rex wê jî peyareyên bajarokê Silûkê bi dirêjahiya kîlometrek û nîv bi lêçûna 4 milyon lîreyên Sûriyê amade kirin.

 

GIRÊ SPÎ

 
 

Kon wan ji sermayê naparêze

Piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, ewlehî û aramî li bajarê Reqayê û gundewarên wê pêk hat. Bi hezaran koçberên ji tevahî herêmên Sûriyê yên di bin serweriya çete û serweriya rejîma Sûriyê de ne, berê xwe dan Reqayê. Bi nêzîkbûna zivistanê re, koçberên li kampa Yerub a ku 8 km dikeve rojavayê bajarê Reqayê, ji Meclisa Sivîl a Reqayê xwest ku piştevaniya wan bikin. Li kampa Yerub nêzî 200 malbat ji tevahî herêmên Sûriyê hene. Kamp di bin daran de hatibû avakirin û ji germahiya havînê hatibû parastin. Lê belê ev dar, koçberan ji sermahiya zivistanê naparêze, heke piştevaniya wan neyê kirin wê zivistanê gelek zehmetiyan bibînin.

 

REQA

 
 

Li Zaxo agir bi kargehê ket

Li bajarê Zaxo agir bi kargeheke xîzarê ket û ziyaneke mezin a maddî çêbû. Tîmên agirkuj piştî 3 saetan agir vemirandin. Li taxa Bêdarî ya bajarê Zaxo, agir bi kargehek xîzarê ket. Berdevkê parastina şaristaniyan ê Dihokê Bêwar Ebdulezîz li ser bûyerê axivî û got: Hîn jî sedemê agir nayê zanîn û polîsan der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin. Ziyaneke mezin gihişt kargehê, tîmên agirkuj karîn piştî 3 saetan agir kontrol bikin.

 

ZAXO

 
 

Ji bo parastina ax û rûmetê

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star de Endamên Meclisa navçeya Tenûriyê ya Bajarê Qamişloyê belavok li jinan belav kir. Ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star 8’ê Tîrmehê bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ‘ê têk bibe” pêngavek da destpêkirin. Di nava rêzeçalakiyên vê pêngavê de, li navçeya Tenûriyê ya Bajarê Qamişloyê ji bo danasîna pêngava Kongreya Star û asta pêşketina wê belavok li jinên navçeyê hatin belavkirin. Belavok ji aliyê Endamên Mecilisa navçeya Tenûriyê ve hatin belavkirin. 

 

QAMÎŞLO