Li rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişa hewayî 18 şervanên alîgirê Îranê mirin. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, balafirên şer şeva Yekşem-Duşemê li herêma Bûkemal a li sînorê Iraqê bombe li çeperên hêzên Îranî û milîsên tifaqa wan barandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 18 şervan di êrişê de mirine lê ne diyar e ku ji kîjan welatî ne. Her wiha eşkere nebû ku balafirên şer ên kîjan welatî bûn. Lê belê balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriye û Iraqê mehên dawî gelek caran êriş kirin. Di êrişan de li Îranê û Hîzbûllahê hate xistin.

Her wiha milîsên Şîa yên alîgirê Îranê yên li Iraqê jî bûn hedefa êrişan. Li Lubnanê jî aloziya navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê mezin dibe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Nexweşxaneya Holê tê firehkirin

Heyva Sor a Kurd amadekariya firehkirina nexweşxaneya meydanî ya li kampa Holê dike. Di dema vekirina kampa Holê de ya ji hêla Rêveberiya Xweser ve, Heyva Sor a Kurd lez da vekirina 2 nuqteyên tendirustiyê li kampê. Nexweşxaneya ku Heyva Sor a Kurd vekiriye, tê de 17 text hene. Her wiha ji odeya emeliyetê, beşa birîndariya giştî, beşa hestiyan, beşa hundirîn, beşên jin û zarokanînê, dermanfiroş û laborator pêk tê. Niha jî, Heyva Sor a Kurd amadekariya firehkirina nexweşxaneya meydanî ya li kampa Holê dike. Wê hejmara textan bibe 30 text, hejmara kadroyên bijîşkî yên pispor bibin 6 û wê 3 beşên din, weke, kişandina wêneyên laş (Radiology), odeyên cudakirina nexweşiyên ku vedigirin û beşên şewatê, lê zêde bibin.

 

HESEKÊ

 
 

Li Efrînê revandina sivîlan didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên şêniyên gundê Cuqê yê girêdyî navenda bajarê Efrînê de girtin û herî kêm 13 şênî revandin. Toreya Çalakvanên Efrînê (AAN) diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên şêniyên gundê Cuqê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê de girtin û herî kêm 13 şênî revandin. Li gorî AAN‘ê navên 13 şêniyên ku çeteyan revandine wiha ne; Edîb Subhî Elxido, Besêl Hesen Mûsa, Mihemed Mihemed Qasim, Îbo Cemîl Îbo, Ismaîl Mihemed Elewî, Ismaîl Hisên Ereb, Yihya Îsa Ereb, Idrîs Mihemed Ereb, Kemal Xelîl Seîde, Hemûdê Ehmed Erk, Mihemed Cemîl Osman, Ebdo Subhî Îso û Alan Yûsif Fayiq.


 

Pêwistî bi dermanan heye

Li Kantona Şehbayê azarên ji ber tunebûna dermanan zêde dibin. Ji ber çembera ku rejîma Sûriyê li ser kantona Şehbayê ji sal û nîvekê ve ferz kiriye, kanton gelek zahmetiyan dikşîne. Ji lewma kadroyên tendûrîstiyê û bijîşk nikarin pêdiviyên xelkê bicîh bînin. Rêxistinên pêwendîdar jî çareserkirina kêmasiyan paşguh dikin. Ev jî li ser jiyana nexweşiyên pençeşêr, eseb, kezeba reş û hin nexweşiyên dîtir ên xeternak, metirsî ye. Rêveberê Heyva Sor a Kurd Ekrem Ereb der barê astengiyên dabînkirina pêdiviyên bijîşkan de axivî û got; “Li gorî serjimariyên dawî ên li gel me, zêdetirî  hezar rewşên nexweşiyên çerm hene. Piranî ji wan, hesasî, sorbûna çerm û laşmanya û hin jê jî pençeşêra çerm in. Her wiha 300 rewşên derûnî hene ku pêdiviya wan ya bi lez bi derman heye. Em bang li rêxistinên pêwendîdar dikin ku çareseriyeke lezgîn ji bo vê pirsgirêkê bibînin û di leztirîn demê de derman bê şandin.

 

 ŞEHBA

 
 

6 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di dema kar de, 6 karkeran jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan doh li parêzgeha Esfehan 5 karker dema li ser kar bûn, ji ber gaza jehrî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha karkerê bi navê Celîl Şahkerem (45) li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dîwar bi ser de hat û jiyana xwe ji dest da.

 

SINÊ


Li Dêrikê semînera paqijiyê

Li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê li ser paqijiyê semîner hat dayin.Semîner ji aliyê Meclisa navçeya Dêrikê, koordîneya Weqfa Jinan, Şaredariya Gel, Heyva Sor a Kurd û Akademiya Tenduristiyê ya Rojava vê hat bi rêvebirin.Hevserokê Heyva Sor a Kurd Ehmed Şêxmûs, hevserokê Meclisa Dêrikê Sahib Osman, hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto, ji rêveberên Weqfa Jinan Tirkiya Ehmed û endama Akademiya Tenduristiyê ya Rojava di semînerê de peyivîn.Qisekeran, behsa girîngiya hişyarbûna civakê ji bo parastina paqijiya bajar û bajarokan kirin û banga birêxistinkirina hemleyên hişyarbûnê di nav gel û xwendekarên dibistanan de kir da ku giştî bi erka xwe rabin ji bo parastina bajar û gundên xwe. Di dawiyê de, sînevîzyonek der barê qirêjbûna bajaran û çawaniya parastina wan de hate pêşandan.

 

QAMIŞLO