Balafireke rêwiyan a Etiyopyayê doh dema diçû peytexta Kenyayê Nairobiyê, ket xwarê.
Li gorî Tora Eskerî ya Hewayî ya Etiyopyayê, balafira rêwiyan îro li nêzî bajarê Dabrzit li naverasta navenda Etiyopyayê ket xwarê. Di balafirê de 157 kes hebûn, û hemû di qezayê de mirin. Li gorî nûçeya Skynews, balafir seat 8:38 rabû û ber bi Nairobi ve çû, lê piştî 6 deqîqeyan têkilî pêre qut bû.
ADDIS ABEDA
Pêşmergeyekî 2 polîs kuştin
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Helebceyê, pêşmergeyekî 2 polîs kuştin. Ev pêşmerge hat destgîrkirin. Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Helebce, Berzan Osman got, pêr bi şev, saet 24.00'an, di encama şer û gulebarana li nava bazara Helebce de, 2 polîsên temenê wan di navbera 34 û 35 salan de hatin hatin kuştin. Herdu polîs niştecihên Helebce bûn. Wî got, êrişkar pêşmergeyekî hêzên 70'î yê 32 salî ye û polîsan ew bi birîndarî girtiye. Li ser sedema bûyerê ti agahî nehatin dayîn.
ROJNEWS / HELEBCE
Azadiya jinê û civakê
Di Komxebata Jinên Kedkar a li Stenbolê ya bi organîzasyona EKA (Jinên Kedkar) de ji gelek bajaran Tirkiye û Kurdistanê jin beşdar bûn. Jinan pêşî ji bo şehîdan rêz girt. Nurten Karahanci axaftina destpêkê kir û got, azadiya jinan û civakê bi hev ve girêdayî ye. Paşêbeşdara xwe da nasîn. Piştî axaftinan, lîstika şanoyê Bekoder hat nîşandan.
JINNEWS / STENBOL
Polîs ji AKP´ê re dişixulin
Polîsan piştî li Sêrt, Agirî û Bêdlisê, afîş û pankartên HDP'ê li navçeya Mûşê Gimgime jî qetandin û kom kirin. Polîsan pankartên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo hilbijartinên cihî yên 31´ê Adarê qetandin û desteserkirin. Polîsan broşurên “Azadî bixwerevebirinê dest pê dike” û “Ya Me Ye” jî desteserkirin. Yê ku ferman dayî jî li gorî agahiyan, dozgerê dewleta dagirker a Tirk e.
MA / MÛŞ
Rohanî diçe Iraqê
Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî wê îro diçe Iraqê. Rohanî ji derveyî hevdîtina li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, li gel rêveberê Şîeyên Iraqê, Eyetulla Sîstemî jî hevdîtinê bike. Ajansa Tesnîm a Îranê got, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo amadekirina serdana Rohanî şevê din serdana Iraqê kiriye. Rohanî wê bi Serokê Parlamena Iraqê re jî bicive. Bi Rohanî re şandeyeke siyasî û aborî ya bilind jî wê hebe.
TEHRAN
Îran û Pakistan bihev dikevin
Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî û Serokwezîrê Pakistanê, Îmran Xan bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Rohanî îdîa kir ku "rêxistinên terorê" bi destê asliyê sêyem nîfaqê dixin navbera herdu welatan û got, "Divê em destûrê nedin ku welatekî sêyemîn têkiliyên navbera Îran-Pakistanê xera bike. “ Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan jî got, ew hewl didin van koman bê tesîr bikin û hîvî kir ku "di demeke nêz de agahiyeke baş bide Îranê." Wî wekî din got, "Hêvîdar im, ez ê karibim di demeke kurt de biçin serdana Tehranê."
TEHRAN