Li ser şêweya pirtûkê nivîskar wisa dibêje, “Di vê pirtûkê de, dabînkirina perspektîfeke dîrokî û felsefî, danûstandin û hevbandoriya wêjeyê û qadên din ên zanistî, nirxandina hêmanên wêjeyî û yên her yek qonaxê, nasandina wêjevanan û berhemên wan û analîza berheman hatiye armanckirin.”
Nivîskar mesele di 4 beşên bingehên “Wêjeya Kurdî ya Devkî”, “Ol û Wêje”, “Wêjeya Kurdî ya Klasîk”, “Wêjeya Kurdî ya Nûjen” de girtiye dest û pirtûk “ji bo yên nû hîn dibin” dikare bibe wekî rêberek.
‘Prensê Bextewar’
Her wiha Oscar Wilde a bi navê “Prensê Bextewar” jî bi wergera Samî Hêzil ji Weşanên Sîtavê derçûbû. Werger û nivîskar Samî Hêzil di sala 1975’an de li Setmanisê yê Wanê hatiye din. Sala 1999‘an de Zanîngeha Yuzuncu Yilê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî xwendiye, heta niha ji îngilîzî helbest, çîrok û roman wergerandine Kurdî. Wergerên wî ev in: “Qelereşk û bîst helbestên din” (Edgar Allan Poe, Helbest, Weşanên Bajar)”, “Serpêhatiyên Ulysses (Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs)
WAN