Belê çîrok kurt in, lê her çîrokekê bi gotinên tijî wate û hestên romantîk jiyaneke berfireh, her kurteçîrok romanekê bi razan dagirtî li ber çavên mirovan radixîne.
Mirov her kurteçîrokê di henase hildanekê de dixwîne, li pey qedandinê di cih de dirame û dikeve nava xewjînên êşa wan giyanan ku bi mîlyonan in.
Zimanê çîrokan zimanekî romantîk herikbar, bi gotin û hevokên cihanekê di xwe de vedişêrin xemilandî ye. Jiyanên ji ber çewisandin û derbideriya bi destê dagirkeran, serdestiya mêran, wêraniya li xerîbiyê, bêwîjdaniya şovenîzma nijadperestiya kolonîzatoran yek bi yek bi hostayî neqişandiye.
Hemû gelên bindest, hemû mirovên di nava perîşaniya derbiderî de, hemû jinên di bin cendereya nirxên feodalî de bi axîn dinalin, dikarin xwe di nava çîrokan de bibîne. Ev jî kurteçîrokên birêz Mevlût Aykoç ji kurteçîrokên niviskarên din diqetîne û wê digihêjîne dîmenzîyoneke gerdûnî.
Mirov dikane naveroka çîrokan di bin van xalan de rêz bike:
- Çewisandina li ser jinan, ne tenê ji destê dagirkeran e. Baş tê zanîn ku namûsa bi mejiyê feodalî (malbatî) jî wek cerdewanê vê çewisandinê ye ku li jinê dibe ar. Wî ev bi awayekî gelek zelal aniye ziman. Mînak. Cîrokên bi navê “Keça Porzer“ û “Mêrê Min“
- Revandin û kuştinên kujêrê wan nedîyar (di rastiyê de dîyar) bi awayekî têr wêjeyî li ber çavan tê raxistin. Mînak “ Canfeda“
- Ji bo hêviya siberojê û cihaneke nû afirandinê tevê refên şerwanên azadiyê bûyîn. Mînak: Meşa Azad“ çîrokên “Keça bejn zirav“ û “Agirê Azadiyê“
- Jiyana civakî û dijwariyên wê wek mijar girtiye. Mînak rengê çîroka “Mirovên paşverû!“
- Mijareyên li ser jana koçberî û perîşaniya li der û dertûlên metrepolên dagirkeran bi gotinên bi bandor tîne ziman. Wek mînak; “Îrojî hêvî nemir“
- Bendewariya dilê dayîkan, dayîkên keç û kurê wan di nava refên şerwanên Azadiyê de ne, bi hêvî li benda hatina wan e, bi me dide zanîn. Wek mînak çîroka bi navê “Derî vekirî“
- Meş û bombeyên gaza zebaniyên dagirkeran û encamên wê.
- Bêbextiya çapemeniya dagirkeren û belovajîkirina nûçe û rastiyan.
- Kurdên wenda, yên ji xwe hatî dizîn, bi bayê azadiyê re xwe dinasin.
- Bêhêvîtiya dema ketinê û bê kes mayînê. Wek mînak çîroka bi serenavê “Dilê Azad“
- Êşa şahadetan bi zimanekî sade, bi lêbangiyeke dilar aniye ziman. Mînak çîroka bi navê “Wargehê Hesretê“
- Qirkirina siyasî û bandora wê ya li ser malbat û zarokan: Mînak “Xwendin divê“
- Cîh bi cîh jî rexneyên nazik ên li cîh di nava hevokên bi wate de rezê dike. Mînak “Zarokên çepgir“
Çend hevok ji kurte çîrokan
“Li paş keçeke porzer. Bê tebat û çav li derî. Geh li pirtûka azmûnan dinêrî, geh li der û dora xwe. Çav sor wek gola xwînê. Rû: 7“
“Heta ku di nava mij û morana çiyan de wenda bûn jî, di bin çavan re li hev dinêrîn. Rû.9“
“Dil dilezîne, hêvî zindî! Rû.12“
“Ber bi rojeke nû, hêviyên nû, kedeke nû ve meşiya. Rû 12“
“Dema sibê radibû, berê li sifreyê, piştre li nava nivînan dinêrî.. Û her carî bi hesret û keser hêstir dibarand. Rû 13“
“Dizanîbû sekan têkçûn, meş jiyan e! Rû 43“
“Bişirîn li ser rû bi xemgîniyê re tevlihev bûbû. Rû 48“
“Gundê me!.. Lê niha tuneye. Li rûyê erdê mistek axa ku me veşêre jî nemaye!..Rû.50“
“Kekê min divê mirov biçe welêt!.. Ji zaroktiya xwe ve ez li vir im. Hîn jî dixebitim. Lê heta niha min zikê xwe yê têr nedîtî!... Rû. 69“
Nasnameya Pirtûkê
Nav: Ji Qeraxên Dilan
Niviskar: Mevlût Aykoç
Berhem: Çîrok
Bergê pêşiyê: Di nava bergê reş de lambeyeke gazê wek hîvîyekê diçirûse.
Li ser bergê paşiyê jî ku reş e, helbesteke kûrwate heye.
Pirtûk di reşemiya 2013 an de li Stembolê di nava weşanên AR de derketiye.
Navnîşana xwestinê: E.Mail: wesanenar@hotmail.com
Kurteçîrok “Ji qeraxên dilan“
Ev navê pirtûka birêz Mewlût Aykoç e. Di vê pirtûka 87 rûpelî de 85 kurteçîrok hene. Di nava wêjeya cihanê de kurteçîrok ciheke taybet digire. Li gel wê hostatiyeke xwerû dixwaze. Pêdivî bi pesnê tune, wê her xwenêr bi hêsanî bibîne ku bi rastî jî niviskarê van kurteçîrokan serkeftî ye.