Li Hanauyê di êrişa 19´ê Sibatê ya nijadperestiya Elman de ji ciwanên hatin qetilkirin, Hamza Kurtovic ê 20 salî û Said Nesar El-Hashemi yê 22 salî li cem gora ferhat Unvar li goristana navendî ya bajarê Hanauyê hatin veşartin.

Hamza Kurtovic ê Boşnak û Said Nesar El-Hashemi yê Efxan bi merasîmekê hatin veşartin. Beriya wê ji bo wan li Marktplatzê li navenda bajêr nimêja cenaze hat kirin. Ji bilî xizm û dostên wan, şaredar Claus Kominsky jî di merasîmê de hazir bû. Claus Kominsky di merasîmê de peyivî û got ew ê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji destdayî abîdeyekê bidin çêkirin. Wî kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin weke Hanauyî bi nav kirin û got, ew ê Hanauyî bimînin.

Piştre heta bi Goristana Navendî meşeke bêdeng hat kirin û cenaze hatin veşartin. Ferhat Unver û Mercedes Kirpac ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji deast dabûn 25ê Sibatê hatibûn veşartin.

HANAU