Li Şedadê belgeyên Weqfa Alîkariya Maf û Azadiya Mirovan (ÎHH) ya nêzî AKP’ê ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye avakirin, derketin holê. Di belgeyan de xuya dike ku vê weqfê ji serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Enhar Turkistanî re paketek şandiye herêma Şedadê.
Li ser pakêtê navê serçete û navnîşana wî xuya dike. Navnîşana serçete jî navenda Gaza Xwezayî ya bi navê Cibisa ku li Şedadê ye, dinivîse.
Navenda ÎHH´ê li Stenbolê ye û piştî ku AKP bû desthilatdar her ku çû mezin bû. Piştî destpêkirina aloziya li Suriyeyê, ÎHH´yê di bin kirasê alîkariyê de, gelek caran çek û cebilxane ji çeteyan re birin Suriyeyê. Bi taybetî jî ev sîleh û cebilxane derbasî herêmên Idlib, Ezaz û Cerablûsê kiribûn. Beriya bi du mehan dema ku kamyonên wan derbasî Ezazê bûbûn, ji aliyê balefirên şer ên Rûsyayê ve bi hênceta ku çekan ji çeteyan re dibin, hatibûn bombebarankirin. Têkildarî mijarê beriya niha gelek belge derketibûn holê.
Di belgeyeke din de li ser navê DAIŞ’ê ji bo Enhar Turkistanî nivîs hatiye amadekirin ku derbasî Iraqê bibe. Ev jî nîşan dide ku ev kes di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de dixebite.
Di navenda gazê de gelek belgeyên cur be cur derketine holê. Di nava belgeyan de, nav û plakeyên seyareyan hene ku dema Girê Spî di destê çeteyan de bû, hatine amadekirin. Li gorî van belgeyan seyareyên behsa wan têkirin, qenînên gazê dibirin Girê Spî. Ji wir jî derbasî Tirkiyeyê dihatin kirin.
Beriya niha jî şêniyên bajarê Girê Spî gotibûn: “DAIŞ petrol û gaza xwezayî ji deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî Tirkiyeyê dikir.”
ANHA/QAMIŞLO