Koordînatora Navenda Şêwîrmendiyê ya Perwerde û Derûniya ya Jiyan ya Yenîşehîr a Amedê Neslîhan Başak diyar kir ku êrîşên li hember jinê di dema AKP'ê de zêde bûne û wiha got, "Ji ber dewlet dibe dewleta polîsan qetilkirinên jinan zêde dibin. Di sala 2013'an de 783 jin rastî şîddeta mêran hatin. Ev yên em dizanin. Tên veşartî jî hene. 214 jin hatin qetilkirin."


Rola medyayê pir e

Başak di dewama axaftina xwe de got ku dewlet tecawizkar û qatilan diparêze û wiha domand, "Hîn mehek çênebûye ku em ketine sala 2014'an. Di nav van 20 rojan de 12 jin hatin qetilkirin. 6 ji wan jinan li herêma Kurdistanê hatin qetilkirin. Di vê mijarê de para medyayê pir e. Ji ber şîddeta li hember jinê bi nêrîna zilam dide." Başak diyar kir ku pêwîst e jin rêxistinbûn û parastina xwe ya cewherî pêş bixe.

Çavkaniya şîdetê

Başak anî ziman ku li herêmê li pişt tacîz û tecawizên li hember jinan leşker, cerdevan û polîs derdikevin û ev polîtîkayeke taybet a dewletê ye. Başak di vê mijarê de ev xusûs diyar kir, "Ez dikarim careke din jî vê destnîşan bikim ku ev wiha naçe. Ji ber dewlet nikare li hember rêxistinbûn û piştevaniya jinan li ber xwe bide."

Berhema zîhniyeta nêr e

Civaknasa Navenda Jin a Ekîn Ceren Ayşe Çaçan jî destnîşan kir ku di civakên ku zîhniyeta nêr xwe li ser pêş xist qirkirina jinan, serweriya li hember bedena jinê heye. Ev wek berhema zîhniyeta nêr e. Çaçan da xuyakirin ku têkoşîna jinan tenê li cihekî namîne û her roj zêdetir pêş dikeve. Çaçan got, Êdî bi tu awayî kes nikaribe têkoşîna jinê bipelçiqîne. Ji bo pelçiqandina têkoşîna jinan gelek êrîş pêk hatin.Komkujiya Parîsê ya qetilkirina sê siyasetmedarên jin wek mînak mirov dikare bêje. Lê belê, bila bê zanîn ku wê ev zext me paşve nexin, berevajî wê me pêş bixin."

DİHA/AMED