FARUK SAKIK


Dema mirov li rastiya Amarayê dinêre, dibîne ku bingeha manîfestoya azadiyê li Amarayê hatiye danîn. Ocalan di zaroktiya xwe de dest bi lêgerîna heqîqetê kiriye û ev lêgerîn heta niha bênavber didome. Ji bo vê yekê Kurd di 4ê Nîsanê de berê xwe didan Amara. Kurdan cardin ber bi Amara ve meşek dabûn destpêkirin û dixwestin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê jidayikbûye pîroz bikin. Lê di 4’ê Nîsana 2009’an de dema ku di Roj Tv’yê de nûçeyek derbasbû, dilê Kurdan cardin bi êş bû. Dîsa êrîş kiribûn; 2 kes hatibûn qetilkirin. Mustefa Dag û Mahsûm Karaoglan. Ev her du kes di nav civaka Kurdan de wek “Şehîdên Amara” hatin binavkirin. 


Pîrozkirin tê qedexekirin 

Bi pêşengiya saziya Federesyona Komeleyên Pişgiriya Hiquqî ya Malbatên Girtiyan- TUHAD-FED’ê de ber bi Amara ve hermeşek hat lidarxistin. 

Berî meşê amadekariyeke mezin hat kirin û dema ku ew roj hat, ji her derê Kurdistanê ber bi Amara meşekê dest pê kir. Weke çemekî, rûbarekê mirov ber bi Amara di herikîn. Astengî û êrîşên hêzên dewletê nikaribûn pêşiyê li vê meşê bigirin. Gel dihat çi peya çi bi wesayîtan. 

Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker vê rojê wiha vêdibêje: “Wek tê zanin, di 2004’an de dema ku em diçûn Amara, di navbera Bîlecik û Xelfetî de pêşiya me hatibû girtin. Bi êrîşeke dijwar re em rû bi rû man. Li Rihayê yekem çalakiya me ya gaz xarinê, di 2004’an de bi meşa “Rêwitiya Ber bi Rojê ve” pêk hat. Ji aliyê dewletê ve êrîşên dijwar çêbûn. Lê dîsa jî gelê me, di daxwaza çûyina xwe de bi israr bû. Ji wê rojê heta niha çûyinê Amarayê hertim tê asteng kirin” 


Meşa 2009’an…

Di sala 2009 êdî meşa Amara weke çandekê di nav Kurdan de cihê xwe girtibû. Dîsa Kurdan ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan amadekarî dikirin. 

Ji gelek deveran bi sed hezaran mirov ber bi Amara diherikîn ku di nav wan de Mahsûm Karaoglan ê ji Amedê û Mustafa Dag ê ji Pirsûsê jî hebûn. Wê salê her çiqas dewleta Tirk rê li çûna gund girtibû jî Kurdan berê xwe da bûn gund û nêzîkî wir bibûn. Lê gundê Amara ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçandin. Destûr nedihat dayîn ku kes derbasî gund bibe. Kurd jî bi israr bûn. Û nîqaş di navbera gel û leşkeran çêdibûn. Di vê kêliyê de leşkeran, êrîşî sivîlan kir û di encamê de 2 ciwanên Kurd ên bi navê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag hatin qetilkirin. Nezikî 60 kesan jî birîndar bûn. 

Zubeyde Teker vê salê wiha bi bîr dixe “Di sala 2009’an de nezikî 100 hezar mirov tevlî meşa Amara bûn. Em bi astengiyeke mezin re rû bi rû man. Li wê derê 2 hevalên me Mustefa û Mahsûn hatin qetilkirin. Gelek hevalên me jî birîndar bûn. Hin kes jî seqet man.” 

Mahsûn Karaoglan

Tam 2 sal piştî ku qehremanê Kurd, fermandar Mahsûm Korkmaz- Egît, şehîd ket, di 28’ê Adara 1988’an de li Erganî zarokekî malbata Karaoglan hat dinê û navê wî Mahsûm danîn. Lê di nav malê de herdem jêre gotin, Egîd. Malbata Egîd hîn ew di 6 saliya xwe de bû koçî bajarên Tirkan dike. Li vê derê dibistanê dixwîne û piştî dibistana Lîse li zanîngeha Dîcle dest bi xwendinê dike. Bi vegera xwe ya Kurdistanê re bi hevalên xwe re birêxistin dibe. Di nav xebatên ciwanan de cih digire û di 3’ê Nîsanê de dema meşa Amara dest pê kir, Mahsûm Karaoglan jî ketibû rê ji bo here Amarayê. Li wir di êrîşa polîsên Tirk de fîşekek li serê wî dikeve û birîdar dibe. Lê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wî bi merasîmeke girseyî tê defnkirin.


Mûstefa Dag

2 sal piştî Cûntaya 12’ê Îlonê dema Mûstefa Dag li Pirsusê hat dinê PKK’ê li kampên Lubnanê endamên xwe perwerde dikirin û amadekariya vegera welat dikir. Di vê demê de wek herderê Kurdistanê li Pirsûsê jî bêdengiyeke siyasî hebû. 

Mustafa Dag, di demêkê wiha de mezin dibe û ji bo belengaziya malbatê di temenê xwe yê biçûk de li înşaatan dest bi xebatê dike. 

Di 3’yê Nîsan a 2009’an dema ew jî berê xwe dide Amarayê xwediyê du zarokan e. Wê rojê li gel wî hevalê wî Mehmet Çelîk hebû. Çelîk wiha behsa wê rojê dike: “Em çûne Elîgorê. Li wê derê me wesayit nedî. Piştre em çûn Partiyê me ji hevala pirskir, wan jî got cih tineye. Heval Mistefa bi israr bû. Ji gelek deveran mirov hatibûn daku herin Amarayê. Em bi nav wan ketin lê me dîsa cih nedî. Piştre Minîbûsek hat ez girtim, heval Mistefa li wê derê ma. Piştre ew jî bi wesayîteke din bi rê dikeve” 

Piştî hevalê wî Mehmed çû ew apê xwe Elî li wê derê mabûn. Elî Dag ê birayê wî jî wiha behsa wê rojê dike. “Ew berî min bi rê ketibû. Piştî ku wesayîd nedîbû têlefonî min kir. Ez dema hatim cem wî, min got va Memed jî çû cih dît û çû tu jî vegere. Ji min re got di rojek wiha de ji bo serok ku neçim ezê kengî herim. Piştî demekê wesayîtek me dît û em bi rê ketin.” 

Wexta tên herêma di navabera Xelefetî û Bîrecîkê  Karataşê dibînin ku rê li wan girtine. Dîsa di vir de polîsên Tirk êrîşî gel dikin û gulleyan dibarînin ser gel. Kaosek çêbibû. Li hember êrîşa eskeran gel li berxwedida. Di vê êrîşê de fîşekekê îsabetî serê Mustefa Dag kir. Dag li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mustefa Dag jî wek cenazeyê Mahsûm Karaoglan bir merasîmek girseyî li Pirsûsê hat definkirin. 


Roja şehîdên Amarayê

Kurd bi hêrs bûn. Piştî merasima cenazeyan li herderî Kurdan nerazîbûna xwe nîşan da û derketin qadan ku ew roj weke roja şehîdên Amara hate binavkirin. Cenaze hatibûn rakirin. Li herderê Kurdistan û li Metrepolên Tirkiyeyê meş û mitîng dihatin lidarxistin. Rayedarên dewletê û medya ya Tirk ji bo ser vê qetlîamê bigire ketibûn nav hewldanan. Gelek birîndarên ku rakiribûn nexweşxaneya Bîlecîk dibin ablûkayên polîsan de bûn. Nedihiştin parlementer û gel midaxleyî rewşa birîndaran bikin. Dîsa li vê derê êrîşî parlementerûn Kurd jî kirin. Ji aliyê Kurdan ve ji bo ku ev herdû cêwanên Kurd neyên jibîrkirin li ser navê wan gelek tişt hatin çêkirin. Li ser navê Mahsûm Karaoglan Turnuvaya Fûtbolê hat lidarxistin. Navê wan li parka danîn. Li ser wan stran hatin gotin. 

Meşa ber bi Amara ve û pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd nesekinî, her sal bi tevlîbûnek mezintir, ber bi Amara meş hatin lidarxistin. Û li gelek deverên din jî rojbûna Ocalan her tê pîrozkirin.



Kujêr bêceza hiştin


Ji bo ku sûcdar werin darizandin û cezakirin pêvajoya darizandinê hat destpêkirin. Her danişînên dadgehê bi sikandalan encam dibûn. 

Tu caran failên bûyerê nehatin dîtin û darizandin. Bi hinceta ku di dosyayê de kêmasî hene di derbarê leşkerên ku wê rojê li wê derê bûn doz nehat vekirin. Doza wan ji aliyê parêzer Bekîr Benek ve dihat şopandin. Benek pêvajoya vê bûyerê wiha dibêje: “Li serdozgeriya Bîlecîkê lêpirsîn hat destpêkirin. Lê bi salan ev lêpirsin negihîşt ti encamekê. Her çiqas navê wê lêpirsîn be jî; di esasê xwe de lêpirsîna veşartina hin tiştan bû. Li wê derê daxwazên me yê keşîf kirinê hebûn. Me daxwaz kir lîsta esker, tîmên taybet û hêzên emniyetê ku wê rojê li wê derê wezîfedar bûn were eşkere kirin. Ev lîste nehat dayîn. Ew kesên ku wê rojê li wir bûn, ti kesek jî nehat guhdarkirin. Bi tenê ji ajans û ji medya hin dîmen hatin tomar kirin. Ji bilî vê yekê ti tişt nehat kirin.”

Sal derbasbûn malbata Karaoglan û Dag dema ku ji dadgehên Tirkiyeyê encamek negirtin, serî li dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpa dan û ev doz hîn bi encam nebûye.