Beriya galaya filma Derî ya derhêner Nîhat Durak bi seraktoriya Kadîr Înanir a li Amedê, Dayikên Aştiyê xwest dengê zarokên wan ên di grevê de bê bihîstin û weke remza aştiyê laçika sipî bi sûyê Înanir ve kir.

Galaya filma “Derî (Kapi)” ku Kadîr Înanir serlîstikvaniya wê dike, li Amedê hat kirin. Di gotûbêja beriya nîşandana filmê de Dayikên Aştiyê bi axaftina xwe mohra xwe li vê çalakiya hunerî da. Dayikên Aştiyê laçika sipî ku remza aştiyê ye bi sitûyê Înanir ve kir.

Lîstikvanê sînemayê Kadîr Înanir di filma “Derî (Kapi)” de ya ku derhêneriya wê Nîhat Durak kiriye, roleke girîng dike. Film behsa serpêhatiya malbateke Suryanî dike ku ji Navçeya Mêrdînê Midyadê, koçî Elmanyayê kiriye.

Film di 12’ê Nîsanê de li sînemayan hat nîşandan. Pêr êvarê jî bi beşdariya Kadîr Înanir li Navenda Kirryariyê ya Foruma Amedê, gotubêj hat lidarxistin û pişt re film bi galayekê li Amedê hat pêşandan.

Di gotubêjê de hevşaredarên HDP’î yên herêma Amedê, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên jin û bi sedan welatî amade bûn. Kadîr Înanir derket ser dikê û di vê kêliyê de Dayikên Aştiyê yên Amedê hatin ser dikê û bixêrhatina Înanir kirin.

Dengê zarokên me bibihîzin

Ji Dayikên Aştiyê, Nafiye Yigît li vir axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan bi bîr xist: “Ji ber rewşa zarokên me, kezeba me dayikan dişewite û dilê me diêşe. Bila her kes dengê zarokên me bibîhîze û xwe bide ber vî barî. Em li dijî mirina insanan in. Em bang li Serokkomar Erdogan dikin û bila dengê me û zarokên me bibihîze.”

Piştî axaftinê, dayikan laçika sipî ku remzeke aştiyê ye, bi sitûyê Înanir ve kir.

Piştî gotûbêjê, welatî ji bo temaşekirina filmê, ketin hola sînemayê. Hevşaredarên Bajarê Mezin Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, Hevşaredarê Bajarê Mezin Mêrdînê Ahmet Turk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl li filmê temaşe kir. Hevşaredar, Dayikên Aştiyê û Înanir li keleka hev li filmê temaşe kirin.

Piştî nîşandana filmê Mizrakli û Turk bi kurtî axivîn, kulîlk dan Înanir û ew pîroz kirin.

Çîrokeke “bîr” û deriyan

Film bixwe, behsa malbateke Suryanî dike ku ji gundekî Navçeya Midyadê ya ser bi Mêrdînê, sirgûnî paytexta Elmanyayê Berlînê dibe. Malbat dema koçber dibe, kurê wan winda dibe û malbat ti agahiyan jê hilnade. Piştî bi gelek salan li Mêrdînê agahî ji wan re diçe û ji wan re dibêjin ku hestiyên kurê wan di bîrekê de hatine dîtin. Û ew ji bo testa DNA’yê divê biçin xwînê bidin. Malbat ji Berlînê diçe Mêrdînê û ji bo DNA´yê nimûneya xwînê dide. Malbat piştî vê diçe gundê xwe û gundê xwe yê kavilkirî dibîne. Dema malbat diçe ber mala xwe, dibîne ku deriyê wan û şibakeyên wan nînin û mal hatiye talankirin.

Kadîr Înanir ku bi navê “Yakup” seraktorê filmê ye, li deriyê ku bi alîkariya kurê xwe bi destê xwe çêkiriye, digere. Dikeve pey çîroka derî û çîroka derî ji Mêrdînê heta Stenbolê diçe. Ew wî deriyê li şirketeke Stenbolê ku berhemên dîrokî û binirx lê tên firotin, dibîne. Û deriyê xwe ji wan distîne û tîne gund. Dema Yakup derî tîne gund, testa DNA’yê ya kurê wî jî bi encam dibe û derî dike darbesta kurê xwe û bi merasîmekê li gorî baweriya Sûryaniyan, bi darbestê vedişêrin.

Dayikên Şemiyê bi bîr dixe

Mirov dikare bibêje ku film behsa êş û azarên malbateke li xerîbiyê û windahiyên wê, dike. Hest û êşa dayika kesê windakirî, bi hezaran dayikên windakiriyên Kurd ango Dayikên Şemiyê ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin, tîne bîra mirovan.

 

MA / AMED