Weşanxaneya Lîsê di sala 2004'an de piştî gelek gengeşe, civîn û guftûgoyên dûr û dirêj, ji alîyê çend rewşenbîr, nivîskar û wergêrên Kurd ve hate damezirandin. Di destpêka danûstandinan de, xebat li ser pêdivîyên zimanê Kurdî hatin kirin. Pirsa sereke ew bû ku ji bo vejandina ziman û wêjeya Kurdî, pêwîstî bi çi heye; gelo weşangerîyek çawa dikare koka vî zimanî xurttir bike, bîra wî kûrtir bike û ayendeya wî geştir bike. Ji destpêka damezirandinê ve, Weşanxaneya Lîsê giranî da vejandina klasîkên Kurdî, berhemên Kurdî yên winda û kêmnas û wergerandina şahberhemên klasîkên cîhanê. Di nava deh salên xebatên Weşanxaneya Lîsê de, nêzîkî 250 berhem hatin weşandin. Di sala 2007'an de, Weşanxaneya Lîsê dema seta Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî weşand, vê setê dengekî mezin veda di nav nivîskar, rewşenbîr û xwînerên Kurd de û hîn jî bandoreke mezin li xwîneran dike ji ber ku cara yekem li Bakurê Kurdistanê, di nava dilê Amedê de, xwîner ew qas berhemên sereke li ber destê xwe dîtin. Ev yek bû hêvîyek ji gelek kesan re. Bi dehan kesan bi nameyan spasîya Weşanxaneya Lîsê kir û gelekan jî serî li weşanxaneyê da û kêfxweşîya xwe anî zimên. 

Wekî Weşanxaneya Lîsê, me ji serî de karê xwe yê weşangerîyê li nava Kurdistanê da meşandin, ji ber ku em bawer in ku divê tovê zimanê me di nava axa me de aj bide. Ji bo me, xebata li nava welêt tiştekî bingehîn û sereke ye. Heger em bala xwe bidinê, di salên '80'ê û 90'î de, karê weşangerîya Kurdî, bi neçarî û ji ber serkutkirina dewletê, li Ewropayê û di pişt re li Stenbolê dihate meşandin, vê yekê bandoreke rasterast û kûr neda peydakirin û me dît ku xwendina Kurdîyê di nav derdoreke teng de asê mabû, yanî xwînerên ji nava gel hindik bûn, lê dîsa jî tecrûbe û karê wan cihê rêzdarîyê ye û hîmek ji bo me danî. Piştî ku dewlet di encama berxwedana dûr û dirêj a Tevgera Azadîya Kurdistanê de neçar ma ku milê xwe ji hin mafên gelê Kurd re deyne û êdî me karîbû li gor derfetên xwe yên hindik jî karê weşangerîyê li nava Kurdistanê bikin, rewş hate guhertin û êdî gelê Kurd, bi taybetî ciwanan, bersiva vajandina zimên da.  

Weşanxaneya Lîsê giranîyê dide wergerandina klasîk û berhemên giregirên cîhanê, ji ber ku em wisa hizir dikin ku heta zimanê Kurdî di tecrûbeya wergerê re derbas nebe û xwe ji hêla zimanî û wêjeyî ve dewlemend neke û nivîskar û xwînerên Kurd wêjeya cîhanî bi zimanê xwe nexwînin; wê wêjeya Kurdî tu carî gavên berbiçav neavêje. Weşanxaneya Lîsê heta niha wergera Kurdî ya pirtûkên zêdeyî pêncî nivîskarên herî navdar ên cîhanî weşandîye, mîna berhemên W. Shakespeare, F. Kafka, C. Lamb, O. Henry, W. Blake, Selîm Berekat, Yaşar Kamal, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, Ahmet Telli û hwd. Yanî bi gotineke din, xeta me ya weşangerîyê ew e ku di vejandina zimanên bindest û serkutkirî de, werger bingeh e. Heger em bala xwe bidin tecrûbeya hemû zimanên dinyayê, em ê bibînin ku destpêka zîldana wêjeya hemû zimanan bi wergerê dest pê kiriye. Wekî din, werger dikare zimanê Kurdî ji bîyabana xwevederkirinê derîne û derbasî cîhana pêwendîdanîn û danûstandina bi zimanên din re bike. Ev xeta me ya wergerê, wergêrên her çar parçeyên Kurdistanê gihandin hev û gelek wergêrên ciwanên derxistin holê, yanî êdî Lîs bû lîs û hêlîna hemû ciwanên ku tu kes li keda wan xwedî dernediket.

Li hêla din, heger em behsa kêşe û alozîyên weşangerîya Kurdî bikin, em dikarin di serî de vê yekê bibêjin: Pêdivîya sereke ya weşangerîya Kurdî avakirina yekîtîya weşangerên Kurd e. Di vî warî de tevlihevîyeke mezin heye; ji ber ku sazî, partî, şaredarî û dezgehên Kurd tu carî li hev rûneniştine, tenê hin caran weşangerên Kurd têne ba hev lê tu encam dernakevin holê. Yanî weşanger li ser problemên weşangerîya Kurdî bi rêkûpêkî nepeyivîne, mirov nikare tesbît bike bê ka dîtina hemû alîyan a di der barê weşangerîya Kurdî de çi ye? Li vê derê, em dîsa pê dihisin ku pêdivî yekser bi yekîtîyeke weşangerên Kurd heye. Heger weşanger karibin li hev bicivin û xwe bi rêxistin bikin, di bawerîya me de wê sazî, partî, şaredarî û dezgehên Kurdî hewl bidin ku alî weşanxaneyan bikin û statuyeke nû ji bo weşangerîya Kurdî biafirînin.

Kêşeya din kêmbûna xwîneran e, yanî mesele nayê pîvan. Xwînerê Kurd li gor nifûsa Kurdan pir kêm e, em dikarin behsa hewldana afirandina xwînerekî Kurd bikin û jixwe ev e barê herî giran ê weşanxaneyên Kurdî. 

Ji bo meseleya fînansebûnê jî; em dikarin bi awayekî vekirî bibêjin ku tiştekî bi navê xwefînansebûnê tuneye di nava weşangerîya Kurdî de. Jiber ku -wekî ku me li jor da dîyarkirin- xwînerên Kurd kêm in! Ma avahî bê bingeh û stûn tê lêkirin? Piranîya weşanxaneyên Kurdî li ser pişta xwedîyên xwe û hinekî jî firotina pirtûkan dijîn, wekî din tiştek tuneye, mixabin!

Ji bo danasandina pirtûkên Kurdî û karê firotina wan, firotin bi giranî li gor şêwazên kevn û tozgirtî pêk tê û ev yek kambaxî ye. Yanî wekî mînak, reklameke xurt û hêja ji pirtûkan re nayê kirin, heger pirtûk bi kalîte be jî! Di vî warî de, bêguman Rojnameya Azadîya Welat roleke girîng û tekane dilîze, lê xwezî li gel wê çend dergehên din hebûna ku berhemên Kurdî bidana nasandin, lê mixabin tunene! Yanî dîtina me ew e ku pêdivî bi paşekeke pirtûkan a hefteyî heye ku bi rojnameyê re bê belavkirin û pirtûkên Kurdî ji xwîneran re bide nasandin. Ev jî jixwe gava pêşîn e û gerek e îroj berî sibe were cîbicîkirin. Her weha divê pirtûkxaneyên Kurdî zêde bibin û şaxên xwe bigihînin hemû bajar, bajarok, navçe û gundên Kurdistanê. Li vir jî em sed xêzê dixin bin gotina "Gund" de, yanî divê di her gundekî Kurdistanê de pirtûkxaneyek hebe, ev barê hemû sazî û rêxistinên Kurdan e, divê em zimanê xwe ji navendê belavî hemû deverên Kurdistanê bikin. 

Wekî din, Weşanxaneya Lîsê di heman demê de karekî wêjeyî yê berfireh dike û çalakîyên kulturî li Amedê û gelek bajar û bajarokên Kurdistanê li dar dixe. Derfeta ku xwîner û nivîskar bêne ba hev û bi hev re li ser ziman û wêjeya Kurdî biaxifin û pirsgirêkên wê nîqaş bikin û bi vî awayî wêjeya Kurdî bigihînin asteke bilind. Ev azmûna han, hem xwîner û hem nivîskaran xurt dike, yanî atmosfereke rexneyî tê afirandin û xwîner jî gotina xwe dibêje. 

Dîwarê din ê ku Weşanxaneya Lîsê pişta xwe didiyê, wêjeya Kurdên Ermenistan û Kafkasyayê ye. Yanî tecrûbeya Kurdên Kafkasyayê ya ji salên bîstan heta niha ve. Li vir Weşanxaneya Lîsê bi edîtorî û edîsyoneke birêkûpêk gelek şahkarên Kurdên Kafkasyayê weşandine ku ji bo gelê Kurd gencîneyeke giranbiha bûn û Weşanxaneya Lîsê ew ji nav pencên windabûnê rizgar kirin û raberî xwînerên Kurd kirin. Ji 'Şivanê Kurmanca'ya Erebê Şemo bigire heta 'Hewarî'ya Hecîyê Cindî, ji 'Xatê Xanim'a Elîyê Evdilrehman bigire heta 'Destê Dê'ya Emerîkê Serdar. Ji bo me ev şanazîyeke herî mezin e ku em van cewahiran pêşkêşî gelê xwe bikin. Yanî heger ne ji vê xebata me bûya, wê tu kesî li Bakurê Kurdistanê Fêrikê Ûsiv nas nekira, wê Xelîl Çaçan bihata jibîrkirin. Xebata me ya di vî warî de wê her dewam bike, niha jî me berhemên hêja yên nivîskarên gewre yên Kurdên Kafkasyayê xistine dewrê ku em wan di demeke nêz de biweşînin. Li vir jî em mizgînîya weşandina berhemên giştî yên Xelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo, Ezîzê Gerdenzerî, Fêrikê Ûsiv, Erebê Şemo, Emerîkê Serdar û Elîyê Evdilreman didin xwînerên Kurd.  

Wekî gotineke dawî jî; Weşanxaneya Lîsê, wekî weşanxaneyeke Kurdistanî, wê hin gavên girîng û berbiçav biavêje di warê avakirina pireke wêjeyî di navbera zaravayên Kurdîyê de û wê gelek berhemên Soranî û Kirdikî biweşîne.