Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema nû kir. Derhêner Nazim Hîkmet Çalişkan li ser mijarê got: “Vê serdemê me xebatên xwe berfirehtir kirin. Lîstikên me ji şanoya cîhanê wergerandî, em ê nîşan bidin.”  Şanoya Bajêr a Amedê, 6’ê Cotmehê bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema xwe ya nû kir. Derhêner Nazim Hikmet Çalişkan der barê xebatên serdema nû de agahî dan. Çalişkan, diyar kir ku ji bo serdema nû gelek lîstikên wan ên şanoyê hene. Çalişkan, got, wan bi taybetî xwestiye ku ew bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema nû bikin û wiha peyivî: “Mijara lîstikê pirr girîng e. Rexneyan li pergala huqûqê digire. Kesên li saziyên ku navê edaletê li xwe kirine, dixebitin, her çi qas îdîa bikin ku ew ji bo gel li wir in jî, lê belê sedemên cuda yên hebûna wan a li wir, hene. Tişta ecêb jî ew e ku ev mijar beriya zayînê hatiye nivîsandin. Di ser re 2 hezar û 500 sal derbas bûne, lê heman rewş dubare dibe. Dema mirov di vê pencereyê re lê binihêre, a rast mijar mijareke pirr nûjen e.” 

 

Lîstikên dramayê wê dewam bikin

Çalişkan, dest nîşan kir ku piştî tayînkirina qeyûm ango dagirkirina şaridariyên Bakurê Kurdistanê bi qeyûmên dewleta Tirk, Şanoya Bajêr a Amedê bi rewşên zehmet re rû bir û maye û wiha dewam kir: “Lîstikvanên me yên ku nêzî 20 salan li Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin dilîstin, hatin dûrxistin. Ji kar hatin derxistin. Me jî Şanoya Bajêr a Amedê ava kir. Dema me dest pê kir, me bi lîstikên ku me li gorî çavkaniyên xwe çêkiribûn, dest pê kir. Lê vê serdemê me xebatên xwe berfirehtir kirin. Em ê lîstikên ku me ji şanoya cîhanê wergerandine, nîşan bidin. Lîstikeke me ya din jî heye. Niha provayên wê didomin. Me vê serdemê giranî daye perwerdehiya xwendekaran jî. Em ê îsal jî lîstikên dramayê bidomînin.” 

 

Ne asîmîlasyon e laneta sedsalî ye

Çalişkan ji bo gelê Amedê û temaşevanan jî got, “Temaşevanên Amedê ti carî em tenê nehiştine. Piştî tayînkirina qeyûm, dema me ev der vekir jî temaşevanên me em tenê nehiştin. Xwedî li me derketin. Piştevaniya me kirin. Piraniya caran, eywana me tije dibe.” Çalişkan, polîtîkaya asîmlasyonê ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin jî wek “laneteke sed salî” nirxand û got: “Ev sed sal in ku polîtîkayeke asîmlasiyonê li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin. Em dikarin ji vê re bibêjin ‘laneta sed salî’. Îro jî êrîşên li dijî çanda Kurdî didomin. Lê em dikarin vê yekê bibêjin, çi qas êrîş çêdibin bila çêbin, lê ji 7 salî heta 70 salî, her kes êdî hay ji vê heye û dê bi ruhekî berxwedêr li dijî vê asîmlasiyonê li ber xwe bide.”


MA / AMED