AGÎT ERKENDÎ / FRANKFURT
Meha Gulanê di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de fermandarê HPG´ê Yusuf Aslan şêhîd bûbû. Hevrê û hevalên wî jî behsa wî kirin. Xalê wî Îsmet Kalkan ji bo wî got, “Bi malbata xwe re 17-18 salan ma, lê 22 salan bi vê tevgerê re ma. Belkî em xizmê wî bin, lê malbata wî ya bi rastî çiyayên Kurdistanê ne. Em ê her li ser rêça têkoşîna wan bin û têkoşînê dewam bikin.”
Ji fermandarên HPG´ê Yusuf Aslan (Aslan Kalkan), di êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Qadên Parastina Medyayê li devera Xinêrê ya ser bi Xakurkê de, 14´ê Gulanê şehîd bû. Aslan li navçeya Kayseriyê Sarizê sala 1975´an hatibû dinê. Sala 1992´yan koçberî Ewrûpa dibe û sala 1997´an ji ber ku tesîra çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) a li Dersimê sala 1996´an gelek tesîr lê kir, tevlî nav refên Têkoşna Azadiya Kurdistanê bû. Wî li deverên mîna Şehîdan û Garê demeke dirêj gerîlatî kir û li Amedê jî paşê 6 salan ma. Paşê dîsa vegeriya Qadên Parastina Medyayê û di nava xebatan de cihê xwe girt. Wî ji bo ked û karê xwe gotibû, “Kêm û kurt be jî dema ku ez tiştekî dibim serî ji bo welatê xwe, gelê xwe, rêbertiya xwe û hevrêyên xwe yên şehîdbûyî, ez bextewer dibim.”
Li Frankfurtê (bajarekî Elmanyayê) beriya çendekê ji bo wî bibîranînek bi beşdariya bi sedan kesan hat birêvebirin. Xizmên wî û hevrêyên wî jî di vê merasîmê de amade bûn û ji me re behsa wî kirin.
Ew gihişt malbata xwe
Xalê wî Îsmet Kalkan û ew hema hema di heman temenî de bûne û zaroktiya wan bi hev re derbas bûye. Îsmet Kalkan tîne bîra xwe ku komek gerîla sala 1993´yan çûye gundê wan Kirkisrakê û ciwan çûne wan bibînin. Yusuf Aslan jî di nav vê komê de bûye. Jixwe, ji ber vê li gorî Îsmet malbata wî ew şandiye Ewrûpa da ku tevlî nav refên gerîla nebe. Lê ya qewimî bû Yusuf Aslan -çawa ku xalê wî jî dibêje- ji xwe re malbateke din bijart: “Bi malbata xwe re 17-18 salan ma, lê 22 salan bi vê tevgerê re ma. Belkî em xizmê wî bin, lê malbata wî ya bi rastî çiyayên Kurdistanê ne. Em ê her li ser rêça têkoşîna wan bin û têkoşînê dewam bikin.”
Hevrêtî ji bo wî her tişt bû
Ji hevrêyên wî Eyûb Cizirî ku Yusuf Aslanî ji 1995´an ve nas dike, dibêje, “Wî gelek qîmet dida bi hevrêtiyê. Min hevrê Aslan Kalkan sala 1995´an li Frankfurtê nas kir. Hingê di nava Çepê Tirkan de bû. Ji ber ku em cîran bûn me hev gelek caran didît. Çenteyê wî timî li milê wî bû, weşanên çepên Tirk tê de bûn, didan me. Min jî weşanên me didanê. Wî ew dixwendin û her carê dihat minaqeşe bi me re dikirin. Sala 1996´an hat cem min, piştî bi hev re peyivîneke dirêj got, divê mirov pêşî ji bo miletê xwe karekî bike. Ji min re got, ew ê tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bibe.”
Ez ê di nav şoreşê de bim
Îbrahîm Baş jî Yusuf Aslan di destpêka salên 90´î de li komela DÎDÎF a Frankfurtê nas kiriye. Piştî ku ew tê nav hereketa Kurd jî wî dibîne û şahidiyê li guherîna wî dike: “Wî got, ew ê beşdarî perwerdeyeke çend rojî ya tevgera azadiyê bibe. Piştre jî got, ew ê bikeve nav refên PKK´ê. Herî dawî min ew li Festîvala Dusseldorfê dît. Hingê got, ez teqez ji Ewrûpayê diçim. Min jê pirsî, ez ê çawa xeberekê ji te hildim, wî jî li min vegerand û got, di nûçeyan de kengî 10 eskerên dagirker hatibin kuştin, belkî ez li wir bim.”