Lawje bi projeyeke nû ya “Lawjeyên Evîniyê” ku hemû ji stranên klasîkên Kurdî pêk tê dê li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar bixe. Bi organîzasyona Amîdart, Leylan Pirtûk a Mêrdînê û Yenîsahne ya Êlihê koma muzîkê ya Lawje weke koma berhevkariya stranên herêma Colemêrgê û derdora wê, li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe. Navê projeya wê ya nû “Lawjeyên Evîniyê” ye. Stranên hunermendên wek Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdilwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerif bistirê. Hat zanîn ku Lawje dê di van konsertan de straneke surprîz a Seîd Yûsif ê di 26’ê sibatê de wefat kirî jî bibêje.

Konsera li Amedê di 12’ê Adarê de li Otela Demîr a li navçeya Sûrê ya Amedê tê lidarxistin. Konsera li Mêrdînê jî di 13’ê Adarê de li salona AKM’ê ya Zanîngeha Artûklûyê wê pêk were. Lawje dê di 14’ê Adarê de jî li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê derkeve pêşberî muzîkhezan. Hunermend Alî Tekbaş qala vê projeya “Lawjeyên Evîniyê” dike û dibîje, “Lawjeyên Evîniyê konsepteke nû ye. Em di vê projeyê de hunermendên hem wefat kirine hem jî sax in, stranên wan bi bîr tînin. Em li ber dengê van hunermend û stranên wan mezin bûn. Em ji van hunermendên xwe hez dikin û nahêlin hunerê wan bê jibîrkirin.”

 

MA/AMED