Kovara Le Monde Dîplomatîqûe ya nivîsên xwe li gelemperiya cîhanê tê xwendin, hejmara xwe ya Sibat-Adarê ji Kurdan re veqetand. Kovarê cih da têkoşîna Kurdan a ji sala 1920’î heta 2020’an û di nava têkoşîna sed salî de daxwazên Kurdan, destketî û xisirîna wan, nakokiyên navxweyî, partiyên siyasî yên bingehîn, mîsyonên wan, rola jinan a di nava têkoşîna Kurdan de, şer, komkujî û pirsgirêka Kurd vegot. Her wiha li ser nifûsa heyî ya Kurdan a li gelemperiya cîhanê, gotinên wan ên dîrokî, ji Medan heta Rojava kronolojiya Kurdan û têkoşîna Kurdan bi karîkatur û dosyayan hat gotin.
Di hejmara 169’an a kovarê de ku ji aliyê Akram Belkaîd ve hate birêvebirin, şîroveyeke bi vî rengî hate kirin: “Kurd, ji ber ku dewleteke xwe nîne, sed sal in ji bo naskirina mafên xwe yên siyasî û çandî têdikoşin.” Kovarê ragihand ku Kurd sed sal in li bin guhê berjewendiyên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dikevin û bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dora “şer, xiyanet, parçebûn, komkujî, hêvî, berxwedan û serketinê” tê meşandin. Belkaîd pênaseya “Gelê herî mezin ê bê dewlet ê li cîhanê” ji bo Kurdan dike û dibêje, “Dîrokê jî şens neda Kurdan.”
Wekî din di kovarê de nivîsên Olîvîer Pîot, Kendal Nezan, Dora, Serwûd, Thomas Boîs, Nazand Begîkhanî, Selhattin Demirtaş, Jean Michel Morel, Mîreîlle Court, Chris Den Hond û Mîchel Verrîer jî nivîsîne. Kovarê her wiha cih da karîaturên “Kobane Callîng” ên Zerocalcare. Pisporê Rojhilata Navîn Gerard Chalîand ku li ser Kurdan pirtûk nivîsandiye, bi sernavê “Perspektîfên nediyar” pirsgirêka Kurd analîz kir.
NAVENDA NÛÇEYAN