Salih Cuma PÎR
Tayyip Erdogan gef li wan kesan xwar ku kirin HDP ji benda hilbijartinê bibihure. HDP´ê herî zêde dengê Kurdan wergirt û ji bendê bihurî. Lewma, wî careke din dijminahiya li hemberî Kurdan raxistiye ber çavan.
Jixwe, wî hevşaredarên Kurdan dengê xwe dayî wan, hema hema hemû xistin zindanê. Li gorî Tayyip Erdogan, dengê Kurdan ne îradeya cewherî ye. Li gorî wê, nabe mirov rêzê ji îradeya Kurdan re nîşan bide. Yên ku dengê xwe dane partiya wî bi xwe, dibe gel, dibe milet û wî tercîh dikin, dengê Kurdan bi xwe dibe destekkirina terorîzmê; dibe dengê ku divê bê cezakirin. Esas, maneya vê ew e ku Kurdan weke mirov nabînin.
Jixwe, zextên ku li Kurdan dikin ne ew zext in ku li mirovan bên kirin. Sedema dijminatiya li dijî Kurdan jî ew e ku Kurd dixwazin bibin îradeya siyasî û doza wan a mafên sereke yên neteweyî, demokratîk heye. Dema ku Tayyip Erdogan carinan dibêje, "birayên min ên Kurd" ew çêl li wan Kurdan dike ku doza mafên xwe nakin û li ber kêra qirrkirinê serê xwe tewandine.
Li gorî ku Tayyip Erdogan her kesa ku kiriye HDP ji bendê bibihure, hingê ew lê weke hêzeke dijmin dinihêre. Ev peyv û gotar bi serê xwe jî nîşan dide ku tiştekî zêde nemaye ku li meclîsa dewleta Tirk karibe bê kirin. Jixwe bi dîktatoriya yek zilamî re meclîs bê mane bûbû. Heger li meclîseke bi vî rengî de jî li mixalefetê dijminatî tê kirin, hingê ev meclîs ji bilî ku bibe serpoşeke nixumandinê ji bo faşîzm û dîktatoriyê, bi kêra tiştekî din nayê.
HDP bixwaze li meclîsê mixalefetê bike jî wê wezîfeya xelkê dayî wê nikaribe bi cih bîne. Lewma, gotara Erdogan ji hedê xwe zêdetir hincet û rewabûn afirandiye ji bo têkoşîna li meydanan û kolanan. Jixwe, li Tirkiyeyê û Kurdistanê, bêyî ku li kolan û meydanan têkoşîn bê kirin, demokratîkkirina Tirkiyeyê ne mumkin e.
Divê ne tenê Kurdên ku dengê xwe dane HDP´ê xislet û karakterê dijminê Kurdan ê Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP´ê bibînin, divê Kurdên dengê xwe dane AKP´ê jî vê yekê bibînin. Divê baş bibînin ku AKP dijminatiya HDP´ê dike.
Li deverên ku HDP´ê bêhtirî ji sedî pênciyê dengan wergirtiye, tesîreke neerênî li cîrantiya AKP´yî û HDP´yiyan jî kiriye. Kurdên ku dengê xwe dane AKP´ê weke Tayyip erdogan li HDP´ê nanihêrin. Ji ber vê yekê gotara Tayyip Erdogan pirraniya Kurdên dengê xwe dayî AKP´ê jî aciz kiriye. Muhtemel e ku Kurdên ku ji desthilatdariya AKP´ê ti sûd û kurtêl wernegirtî, wê di dema pêş de ji AKP´ê qut bibin.
Ev eşkere ye ku Tayyip Erdogan bi dijminatiya HDP´ê rewabûna xwe ya li bajarên Kurdan ji holê radike. Heger cihê HDP´ê di siyaseta Tirkiyeyê de nebe, Kurd çima li bajarên xwe hebûna AKP´ê qebûl bikin. Tayyip Erdogan bi gotara xwe wê di serî de jî li wan deveran ku HDP bêhtirî ji sedî 50´yê dengan werdigire, hebûna AKP´ê neyê qebûlkirin.
Ya rastî AKP´ê li xwe mikur hatiye ku li Tirkiyeyê rewşeke siyaseta demokratîk tineye. Wê ji tevahiya gel û partiyên siyasî re gotiye, di nava parlamenê de derfeta têkoşîna siyasî nîne. Bi vî awayî meydan û kolan veguherîne warên sereke yên têkoşînê.
Zexta Tayyip Erdogan û AKP´ê hem Kurdan û hem tevahiya gelên Tirkiyeyê bîrewer dike. Bîrewerbûn bi xwe re rê li ber xwebirêxistinkirin û têkoşînê vedike.
Lewma, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP´ê wê her biçe xurt bibe. Li dijî hêzeke siyasî ya ku bi hilbijartinê dev ji desthilatdariya xwe bernade û bi zextê desthilatdariya xwe diparêze, têkoşîna demokrasiyê ya misêwabûyî ya civakê êdî bivênevê ye. Her çiqasî dixwazin bi zextan pêşiyê li têkoşîna xelkê bigirin jî, gel wê nerazîbûna xwe ileh raxe ber çavan. Bi dersên ji Gezî û Serhildanan hatî wergirtin, wê şêwazekî têkoşînê yê bi bandortir û bêhtir encamgir derkeve holê. Desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP´ê ti rêya din li ber gel nehiştiye.
Tayyip Erdogan dema ku ew kesên ku xwestin HDP ji benda hilbijartinê bibihure weke dijmin ragihandin, bi awayekî gelekî eşkere dijminatiya li demokrasiyê nîşan da. Ti lîderê siyasî li Tirkiyeyê nebûbû xwedî helwêsteke bi vî rengî. Ew kesên herî faşîst jî, ji bo ku ser demokrasiya qelp a Tirkiyeyê bigirin, wê binixumînin, xwe ji peyv û gotarên bi vî rengî vedabû. Ji bo wan girîng bû ku cîlaya demokrasî û hiqûqê li cewherê xwe yî faşîst bixin.
Tayyip Erdogan bi xwe, cewhera wî çi be tercîh kiriye ku dirûvê xwe jî wiha bide nîşan. Dibêjin, ev karakterê dîktatorên li rojhilata Navîn e. Siyaset û gotarên heyî yên Tayyip Erdogan jî bi vî rengî ne. Esas, ev rastî nîşan dide ku Tayyip Erdogan êdî ne di wê rewşê de ye ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bixapîne.
Ev bêhtirî 10 salan e ku siyaseta xapandin û fenûfûtan bi rê ve biriye û ji ber vê yekê maskeyê li ber rûyê wî ketiye. Ji ber vê yekê jî neçar ma ku cewherê xwe yê rastî, niyeta xwe bi awayekî eşkere nîşan bide.
Desthilatdariyên bi vî rengî çiqasî zextê bikin jî, çarenûsa wan weke ya hemû dîktatoran têkçûn e. Gotarên Tayyip Erdoganî nîşan didin ku dawiya desthilatdariya AKP-MHP´ê nêzîk dibe. Lêeşkerebûna despotekî

Desthilatdariyên bi vî rengî çiqasî zextê bikin jî, çarenûsa wan weke ya hemû dîktatoran têkçûn e. Gotarên Tayyip Erdoganî nîşan didin ku dawiya desthilatdariya AKP-MHP´ê nêzîk dibe.