Ev legana hanê ji sedsala 13´an maye. Li gorî nivîsa wê ya dirêj, ew ji bo serketina Siltanê Eyûbî el-Adil ê Diduyê hatiye çêkirin û ev nivîsa janê jî hema li ser devê leganê ne. Ev legan yek ji bedewtirîn mînakên wî hunerê neqişandina metal e ku di cihana huner de weke “Dibsitana Mûsilê” navê wê tê hildan. Sedem jî hunermendê ew çêkirî bi xwe ye ku weke Al-Mewsilî yanî Mûsilî mohra xwe li ser wan datîne. Berhem ne tenê li Iraqa îro lê ji Sûrî heta bi Misrê jî belav bûne. Leganên bi vî rengî mezin li dîwana malmezinan di dema qebûl û civînên mezin de ji bo ku mêvan dest û rûyê xwe bişon, ser û çavên xwe şil bikin hatine bikaranîn. Di nava 30 çarçikan de xemla vê leganê bi xwe ji sehneyên nêçîr, şer û reqas pêk hatiye.
Di nivîsa li ser devê leganê de jî behsa girîngiya yekîtiya Eyûbî li dijî dewletên frengî yên li rojava û li dijî Moxolan. Dema ku el-Adil ê Diduyê bû siltanê Eyûbiyan, (1238) ji mêj Quds ji destê wan çûbû û tirsa wan gelek bû. el-Adil ê Diduyê wê tenê du salan hikmê xwe dewam bikira.
NAVENDA NÛÇEYAN