Wexta mirov li kolanên bajarên Başûrê Kurdistanê de digere, zêde rastî jinan nayê. Ez jinan herî zêde dema seyranê bi malbatê wan re dibînim. Li Başûr jin di jiyana civakî de xwedî roleke çawa ne?
Zihniyeta zilam ya ku li Başûrê Kurdistanê hakime û bitaybetî ji ber feodalîzma heyî di bin navê îslamê de tucaran rê nade ku jin li qadeke civakî were dîtin. Li seyrangeh û hindek merasiman jin hebe jî, li ber hebûna zilaman heye. Derveyî vê yekê tu car rê nayê dayîn ku jin bihev re yan jî serbixwe di nava civakê de hebûna xwe diyar bike.
Aloziya ku di aliyê siyasî de hebûye bi awayekî rasterast li ser jiyana mirovan, çanda civakî û li ser jin û ciwanan bandoreke pirr mezin çêkiriye. Dema ku mirov li Başurê Kurdistanê mêze dike ev şîdeta ku li ser jinê heye, rastiya wê siyasetê dide xûyakirin. Bêguman beşeke mezin a vê siyasetê bo tunekirina çanda kurdewarî jî bi encam dibe. Armanca sereke ya modernîteya kapîtalîst bi hêrişên curbecur ê çandî ku li Başurê Kurdistanê kir, bi têkbirina kesayeta jin û dînamîkên civakê yên mîna ciwanan û hwd. bi encam bû. Jin di nava sê çandên weke modernîteya kapîtalîst, feodalîzm û îslama siyasî de di nava çemberekî de ye.
Jin carnan hewl dide da ku vê çemberê bişkîne, lê rastî kuştin û şîdetê curbecur tê. Evya jî dibe sedem da ku jin bixwe, xwe ji holê rabike. Pirî caran jî teslîmê vê çemberê dibe û vê rewşê weke qeder û çarenûsa xwe dibîne. Beşek jin jî ji bo ku bijîn yan jî hebûna xwe bidin dîyar kirin, di bin parçeyekî vê zîhniyetê. Ev kesayet ya ku di kesayetiya jinê de hatiye avakirin, rê nade ku civakeke saxlem û demokratîk were ava kirin. Li gel vê kirîza ku me destnîşan kir, jinên ku lêgerîna azadiya jinan dikin jî hene; lê ew dinava zîhniyeta heyî de nayên pejirandin û bi çavekî biyaniyan jî ‚yê din’ li wan tê temaşe kirin.
Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên jinan ên sereke çi ne, li hemberî pirsgirêkan, rewşa rêxistinî ya jinan çawa ye?
Rewşa jinê li Başurê Kurdistanê jî weke beşên din ên Kurdistanê bi pirsgirêk ên weke nebûna aboriyeke serbixwe,nebûna birengê xwe li qadê siyasî, çandî, cîvakî ûhwd. rê li ber kirîzên hîn kûrtir di civakê de vedike. Û jin mecbûr dimînin rû li cîhên laşfiroşî bikin an jî li kolanan parsektiyê bikin. Li vê herêmê ligel ku evqasî kirîz tên jiyîn, jinên xwedî pîşe jî hene. Lê ev xizmet a hemû jinan nake, berovajî wê xizmeta zîhniyeta desthilatdar û ya takekes dike. Jinên ku dihêla aborî de jî rewşa wan başe li derveyî Kurdistanê dixwînin û bi zîhniyeta kapîtalîst tên perwerde kirin û derveyê welat jiyan dikin. Li herêma Başurê Kurdistanê rêxistinên jêrnavê rêxistinên jinan tên ava kirin, da ku bikaribin zêdetir xizmeta desthilatdariyê bikin. Ev rêxistinên ku tên avakirin tenê şeklî ne û ji bo ku li herêmê were dîtin, tên ava kirin û ji bo bigihîjin armancê xwe jinan bikar tînin.
Li Başûr hejmara jinên ku li derveyî malê tevlî kar dibin hindik in. Lê li kargehan jinên biyanî, bi taybetî jî jinên ji welatên başûrê Asyayê hatine, tên xebitandin. Ev rewş bingeha xwe ji kîjan feraset an jî polîtîkayan digire?
Biçûk dîtina îrade û fikrê jinê li Başurê Kurdistanê rê li ber bêbaweriya jinan jixwe vekiriye. Ji bo vê jî jin tenê xwe weke xizmetkar dibînin û cîhê xwe li şûnên ku bikaribe destûran cîbicî bike dibînin. Ew jinên biyanî yên ku li vir berpirsyatiya kar digirin, ji xwe pirr zanatir û bihêztir dibînin. Ev zîhniyet heman zihniyeta zilamsalare ku ferq dixe navbera cinsê jinê û bivî avayî wan parçe dike.
Derbarê tevlîbûna jiyana civakî de tu cudahî di nava jinên Kurd ên Behdînî û yên li hêla Soran de hene an na? Jin dikarin bixwînin an li pêşiya xwendinê astengî; bitaybetî astengên civakî çi ne?
Her weke ku min li jorê jî da xûyakirin; li herêma Behdînan eşîretên ku hene bi kûrahî astengin li pêşiya jinan. Her çiqasî ku jin bixwînin jî lê bêîradene û bêgotina bav û birê xwe nikarin gav bavêjin. Ji jêrnavên amûs ango jina binamûs bimîne, pêwîste ji gotinên zilam dernekeve. Bê guman jinên bi vî avayî ji dîl ango koleyêkî zêdetir nînin. Ferqa navberê jinên Soran û Behdînî ev e; yê Soran vekirîne û gorî jinên Behdînî hîn serbixwetir in. Jinên Behdînî zêdetir giredayî paşverûtiya civakî ya heyî ne.
Têkiliyadinavberajinên Kurd û jinên Tirkmen û Erep ên li Başûrê Kurdistanê çawa ye? Çalakiyên wan ên bi hev re hene an na? Di tevlîbûna jiyanacivakî de cûdahiyawançi ye?
Li Başûrê Kurdistanê pirr netew hene û ji çaxên qedim heya niha bihev re nava jiyaneke hevpar de bûne. Lê ev rewş tu caran nebûye pisgirêkek. Bitaybet jinên Kurd û yên neteweyên din di aliyê çand û ziman, jiyan û tekiliyên civakî de li hevdû bandor kirine. Jinên neteweyên din dibêjin ku tekiliyên soysal ji jinên Kurd hîn bûne. Jinên Asurî, Tirkmen û Ereb bi hev re dinava diyalogê de ne û diçalaki û rêxistinan de bi hev re cih digirin. Li Başûrê Kurdistanê rêxistineke weke Rêxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) heye. Ev rexistineke ku bi fikir û felsefeya jinên azad li Başûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike û hewl dide da ku xwe bigihîne hemû jinan. Di nava vê rêxistinê de ne tenê jinên Kurd, jinên Asurî, Ereb û Tirkmen jî cih digirin. Herwiha xebata xwe ya diplomatîk jî li gel hemû rêxistinên jinan yê heyî re birêve dibe. RJAK yekem rêxistine ku bi idîa û bawerî li vê herêmê xwe birêxistin dike ku li asteke baş jinan li aliyê siyasî, aborî, civakî û perwerdehî hişyar bike. Bona vê yekê heta îro pirr çalakî, semîner û xebatên perwerdehî pêk anî. RJAK yekem rêxistine ku li Başurê Kurdistanê tevahî endam û rêveberên wê jin in. Tu rêxistineke din a jinan nîne ku berpirsê wê ji zilaman pêk nehatî be. Qaşo rêxistinên din ên jinan tev bi zîhniyeta zilam birêxistinî bûne û bi heman zîhniyetê tên birêve birin.
Polîtîkayên Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser rewşa jinan bandoreke çawa dike?
Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ji derveyi astengî çekirinê ji bo jinan tiştekî din ne aniye. Li gorî qanûnên Iraq û Başûrê Kurdistanê pirejinî rabûye, lê vê qanûnê dipratîkê de tu caran pêknaynin. Hên jî zilamek dikare çend jinan bixwaze…
Derbarê rewşa jinên Başûrî de wekî din tu dikare çibibêje?
Li hember kevneşopiya li Başûrê Kurdistanê heyî, divê jin bona destkeftiyan birêxistinî bibin da ku zîhniyeta jina azad were pêşxistin. Jin wê bi vî awayî bikaribin bi her awayî pêşengiya civakê bikin. Divê derbarê de mînak jî hene.
Hûn di kovara Trûska de bitaybetî bahsa kîjan pirsgirêkên jinan dikin?
Kovara Trûska kovareke jinan e. Slogana xwe ‘jina şiyar û rêxistinî û civaka demokratîk e’. Her 15’ê mehê derdikeve. Kovareke siyasî, civakî, lekolîn, raman, dîrok, hunerî û tendirustiyê ye. Nivîsên di kovarê de tên weşandin tevli ser hişyarkirina jinan in.
Em dikovarê de herî zêde hewl didin rêge jinan bi jinan bidin naskirin. Ev yekem kovara ku him endamên wê û him jî nivîskarên wê tev jin in. Kovar hewl dide ku li her deverên Başûrê Kurdistanê xwe bigihîne jinan û di nava civakê de bibe deng û zimanê wan.
Lêgerîna azadiyê
Başûrê Kurdistanê ev bîst sal zêdetir e ku ji hêla Kurdan ve tê bi rêvebirin. Li vir di ware siyasî de pergaleke wek dewletekî serbixwe tê sazîkirin. Bajar mezin dibin û jiyana bajarî pêş dikeve. Belkî bi çêkirina bînayên mezin tê xwestin pêşketineke aborî were nîşandan jî, heman pêşketin di feraseta civakî de zêde xuya nake. Daneyên guherîn û pêşketina jiyanacivakî hîn bi zelalî derneketine holê. Bitaybetî jî rewşa jinê hewceyî gûftûgokirinê ye. Car caran jin bi bûyerên xwekuştinê dibin rojev. Li gel vê yekê di nava jiyana civakî dejî hene an tune ne, ne diyar e. Me rewşa jinên li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê ji Shyda Nadir pirs kir. Shyda Nadir editorakovara jinan ‘Trûsk’ê ye. Ev kovar li herêma Başûrê Kurdistanê û çend bajarên din ên mina Kerkûk ên ku statûya wan hên ne diyar e, tê belavkirin. Shyda,rewşa jinên Başûrî wiha analîz dike…