Di serî de li paytexta Fransa Parîsê, Belçîka, Hollanda û gelek bajarên Almanya ev komkujiya ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê pêk hat, hat protestokirin. Li Parîsê mîna her hefte vê hefteyê jî jin bi çalakiyekê xwestin ku bûyer bê ronîkirin. Kurdistanî û dostên wan li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn, wêneyên her sê jinên şoreşger hilgirtin û slogan qêriyan. Di meşa heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, belavokên der barê komkujiya Parîsê de hatin belavkirin. Dema girse hat ber buroyê rêzgirtin pêk hat. Di axaftinan de hat bibîrxistin ku komkujî dikeve sala duyemîn û ji dewleta Fransa hat xwestin ku destên tarî yên li pişt komkujiyê derîne holê.
Komkujî ronî bikin
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Munchenê cara 64. li ber Konsolsosiya Fransayê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya bi dirûşma “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” de gelek Kurd û dostên wan amade bûn. Çalakgeran wêneyên her sê şoreşgerên Kurdan, belavok xwendin û belav kirin. Li bajarê Hambûrgê jî bi heman armancê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Monckebergstraseyê xwepêşandan hat lidarxistin. Li bajarê Holanda Arnhemê jî, jinên çalakiya edaletê lidar xistin xwestin, komkujiya li Parîsê bê ronîkirin û berpirsyar werin darizandin. Belavokên bi zimanên Îngilîzî û Holandî li ser jiyana her sê jinên şoreşger ên Kurd, hatin belavkirin. Çalakiya edaletê, li bajarê Belçîka Lîege jî dewam kir.
Di çalakiya li ber Gare Guillemins de, wêneyên her sê jinên şoreşger, posterên Ocalan, alên KJK’ê hatin hildan. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat destnîşankirin, ku heta kiryar bên ronîkirin, ew ê her rojên Çarşemê çalakiya xwe dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN