'Ez xwedî li kurê te derneketim'
Dokuyucu, da zanîn ku pişt re çû bolukê û 2 ambulans ketin bolukê û wiha pê de çû: “Hate îdîakirin ku kurê min bi çeka çawiş Salahî Ulaş ê ku pê re nobet girt întîxar kir. Di dema bûyerê de 2 gule hatin berdan. 2 ambulans ketin bolukê. Dozger nayê cihê bûyerê. Min xwest ku wêneyê kurê xwe yê rakirin morgê bikşînim. Ji bo ku întîxar ne hate kuştin şênber bikim. Lê polîsan destûr neda. Min ji çeneya wî ya hate perçekirin giha derxist. Min xwest ku ez îşlîkê wî derbixim lê destûr nedan. Pişt re karmendê tahkîkatê got, 'şopa darbeyan hebû ji ber vê yekê destûr nedan'"
Dokuyucu, destnîşan kir ku serçawiş Devrîş Çapkiner ê ku berê got kurê wî întîxar kir, dema li ber nexweşxaneyê disekînin got, "Li bolukê 25 kes întîxar bikin Ertugrul nabe yê 26'ê. Ertugrul ciwanekî întîxar bike nîn e" û Serpel Huseyîn Kansu jî li wî geriya û ji wî re got, "Te ji min re telefon kir. Min jî li wî kir. Xweziya te telefon nekiriba. Çi çêbibe piştî wê yekê çêbû. Ez tiştekî ji te re bêjim tu tê bikî? Lê heke tu bikî ez dê bêjim. Were li min binde. Li vir sûcdar ez im. Ez xwedî li kurê te derneketim. Heke bixwazin bila rutbeyên me jê bikin. Heke bixwazin bila 3-5 saln cezayan bidin min."
'Tenê bila sûcdar bên cezakirin'
Dokuyucu, diyar kir ku wan xwest otopsiya kurê wî ji aliyê heyetî serbixwe ve bê kirin lê destûra vê yekê nedan û bi zorê definkirin û wiha got: “Ne rapora otopsiyê û ne jî tu belgeyên din nedan me. Dema me behsa rapora otopsiyê kir ji me re gotin şandine Tirkiyeyê. Lê pişt re ji me re gotin, 'Em guncav nedît û ji ber wê yekê me neşad' Ji bo lêpirsînê min daxwaza dozgerekî bêalî kir. Ev yek jî nehate qebûlkirin. Min xwest ku ji nû ve otopsî bê kirin lê we jî nehate qebûlkirin. Li Qibrîsê tu parêzeran alîkariya me nekir. Min ji ji bo bûyerê bişopînin li Tirkiyeyê parêzer girt. Hemû kes dizanin ku bûyer cinayet e lê tu kez vê yekê nayne ziman."
Dokuyucu, anî ziman ku kurê wî ji ber telefona Astegmen Arkan Arşehît bêyî destûra wî bikaranî û 90 TL. kontor xerçkirin û wiha axivî: "Rewşa me ya aborî baş e. Kurê min muhtacî tu kesî nîn e. Piştî kurê min vefat kir faturaya 913 TL. hat. Ez çûm Turkcellê deng yê 4 û 24'ê kanunê bû. Min daxwaza faturayê kir lê nedan min. Ev yek jî ji me re veşartin. Min hemû aliyên bûyerê ji rayedarên Tirk û KKTC'ê re vegotin û min daxwaza otopsiya nû kir. Ez dê hemû lêçûnan bidim. Ez daxwaza tu tazmînatan nakim. Tenê bila sûcdar bên cezakirin. Tenê duh Wezîrê Dadê li min vegeriya. Soza dê bûyerê bişopînin da. Min di 14'ê çileyê de serî li ÎHD'ê ya Mêrsînê da û min daxwaz alîkariya hiqûqî kir."
DÎHA/MÊRSÎN