Li gorî malpera Awêne, Adil Mûrad di hevpeyvînek ligel rojnameya Şerq el-Ewsed de der barê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de axivî û got: "Her çi qasî guftûgoyên taybet ên ji bo avakirina hikûmeta nû destpê nekirine jî ligel YNK'ê hikûmetek bi beşdariya hemû aliyên siyasî girîng e. Ji wan jî bi taybet hêzên di hilbijartinê de serkeftin bi dest xistine û berî hemûyan jî aliyên muxalefetê." Serokê Civata Navendî ya YNK'ê diyar kir ku ew bêyî beşdariya muxalefetê tu hikûmetekê ligel PDK'ê ava nakin. Adil Mûrad der barê peymana stratejîk a di navbera PDK û YNK'ê de jî wiha got: "Ji bo sererastkirina peymana stratejîk a di navbera partiya me û PDK'ê de pêwîstiyeke bingehîn heye. Bi taybet jî di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi awayekî giştî jî di nava deshilatê de."

Mûrad destnîşan kir ku YNK di demên borî de ji gelek tiştan hatiye bêparkirin û daxuyand: "Di demên borî de YNK ji gelek postên girîng bêpar hatiye hiştin. Ji ber wê yekê pêwîst e em wê peymanê di ber çavan re derbas bikin û bi hevsengî di nava her du partiyan (PDK-YNK) de bê parastin."  Mûrad wiha got: "Hinek wezaret ji bo bajarên din ên Herêma Kurdistanê bên veguhestin û ne tenê li Hewlêrê bin. Ji bo beşdarîkirin hevbeşiya di deshilatê de derkeve, ji ber em daxwaza beşdarîkirina rast dikin." Di 21'ê Îlonê de li Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Li gor daxuyaniyên fermî PDK'ê di hilbijartinê de PDK 38 kursî, Tevgera Goran 24 kursî, YNK 18 kursî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 10 kursî û Komela Îslamî ya Kurdistanê 6 kursî, Bizutnûwey Îslamî kursiyek, Partiya Komunîst kursiyek û Arastey Sêyem kursiyek bi destx istibûn. Herwiha 11 kursî jî ji bo kêmenetewan hatiye veqetandin.

SILÊMANÎ