Ji bo pirsgirêka Sûri lêgerîna çareseriyê berdewam dikin. Pirsgirêk çareserkirin, tesbîtkirina pirsgirêkê, rê û rêbaz girîng in. Kêlekê vêya jî bi kijan hêza çareserkirin xalekê din a herî girîng e.
Pirsgirêk û şerê navxweyî ku li Sûrî didome ji bo çareserkirina wê heta niha gellek hewldan çêbûne. Lê heta îro pirsgirêk çareser nebû. Pirsgirêka Sûrî heya îro ji bo ku hêzên wê yên esasî muxatab nehatine girtin, çareser nebûye. Roja îro vêya êdî her hêz dizanî. Ji ber vê jî li rê û rêbazên nû gerîn hene. Lê di wan rê û rêbazên nû de dîsa tiştên şaş û xeter xwe didin xuyakirin.
Hinek hêz ji bo ku pirsgirêka Sûrî çareser nebe dev ji rê û rêbazên şaş bernadin. Ji ber vê jî pirsgirêk çareser nabe û her ku diçe kûr, giran dibe.
Hêzên herêmî û nawneteweyî hemû jî dizanin heya îro ji bo ku hêzên li ser erdê heta îro tevli pêvajoyê çareserkirina pirsgirêkê nebûna pirsgirêk çareser nebûye. Lewma îro dixwazin ew hêz ji tevli pêvajoyê çareserkirinê bikin. Lê di serî de wek Tirkiye û hinek hêzên din ji bo ne çareserkirinê hewldanên xwe dikin.
Hêzên ku naxwazin pirsgirêka Sûrî çareser bibe ev grûbên ku tevli civîna Riyadê bûne dixwazin bikin grûbê esasî yê konferansa Cenevreyê ya sêyemin. Hemû hêz dizanin ku ev grûb ne grûb û muxalafetê Sûrî nîne. Ji bo ku li ser erdê tu rastiyeke wan tuneye. Lê li ser nerazîbuna Kurd û Meclisa Sûriya Demokratîk hinek hêzen navneteweyî ji dixwazin wê nerazîbûnê bi şeklekî nerast çareser bikin. Kurd û Meclisa Sûriya Demokratîk jî wek grûbek cuda tevli wana bikin. Ev hewldaneke ne rast e. Wê çarereseri nîne. Gerek Kurd, Meclisa Sûriya Demokratîk jî têde ji hemû muxalefetê Sûrî grûbek esasî derkeve ji bo konferansê. Ne ku piştre lê weke lîsteya navan li ser zede bibe. Ji ber ku Kurd u rexmî ku nû ava bûye ji Meclisa Sûriya Demokratîk hêzên herî esasî û ev li ser erdê heya bi berxwedanî, têkoşin, hewldanên Sûriyek yekpare, demokrat, wekhev ked daye ev hêzên. Ev hêz ew ê hewldan û gaven ku çareserî bi xwe re nayine qebûl nekin.
Hêzên Koalisyon û Rûsyayê hewldanek wan pirsgirêk çareserkirin heye. Hele ne li ser esasiya berjewendiyên gelê Sûrî. Ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û desthilatdarî nez diîn. Û nêzîkbûna wan ji bo Kurdan û Meclisa Sûriya Demokratîk gerek pragmatîk nêzîk nebin. Û wan weke lîsteya navan li heyeta Riyadê zêde nekin. Ji bilî ji heyeta Riyad û MSD heyetek muxalefete gişti derxin. An ji heyeta Riyadê bi tene wek muxalefeta gişti nebînin. MSD ji wek heyetek dikare di müzakereye de cih bigire. Ji hêzên çareserî û li ser erda Sûrî re nebêjin ku ger ji me nebûna hûnê tevli konferansê nedibûn. Eger hêzên Sûrî, demokratik, xwedî maf û gotin in ji ber ku têkoşîn, berxwedana giran dane. Ne ku xwe bê ked û têkoşîn xwe dispêrên hinek hêzan.
Ji ber ku Kurd û Meclisa Sûriye Demokratîk û hêzên QSD’ê îro bi berxwedanî, têkoşîn, bi projeya xwe îspat kirine ku derveyî wan, hêzên ku karibe çareseriyê bîne tune. Dîsa îspat kirine ku bê wan jî ew ê tu çareseriyek neye.
Ji ber we ji bo çareseriyek mayînde gerek hesab û hewldanên şaş nebin. Ger bibin jî we tu encamêk bi xwe re nîne. Berovaji ew ê pirsgirêkan hîn zêde kûr bikin.