Firyal Oso (Perwîn Agirî) di sala 1995’an de li bajarê Kobanê ji dayik bûye û di nava xwîşk û birayên xwe de di rêza 5’an de ye. Dibistana seretayî li Kobanê diqedîne. Piştre malbata wê li bajarê Helebê yê Suriyê bicîh dibe. Perwîn jî li wir dibistana navîn dixwîne. Piştî demekê malbata wê careke din berê xwe dide Kobanê û li gundê Xûrxûrê yê rojavayî bajar, bi cihê dibe.
Ji ber hin şertên û mercên malbatî û tûnebûna dibistanê, Perwîn neçar dimîne ku dest ji xwendinê berde. Perwîn di zarokatiya xwe de her dem xeyal dike ku bibe mamosteya zarokan. Vê xeyala xwe jî pêk tîne û li dibistana gundê Xûrxûrê dersên zimanê dayikê dide zarokan.
Dema ku mamostetiyê dike, li gundên başûrê Kobanê di encama êrîşa çeteyan de yek ji şervanên YPG’ê ku ji gundê Xûrxûrê ye jiyana xwe ji dest dide. Ev yek jî bandore mezin li ser Perwîn çêdike û lêgerînên wê ya jiyaneke nû destpê dike. Di encama lêgerînê de tevlî xebatên Tevgera ciwanên Şoreşger dibe û derbasî perwerdeyê dibe. Di perwerdeyê de yek ji fermandarên YPJ’ê Hêlîn Kobanê nas dike û têkliyek xurt di navbera wan de çêdibe. Di 4’ê Gulana 2014’an de di êrîşên çeteyan ên li ser girê Sêvê de Hêlîn Kobanê jiyana xwe ji dest dide. Ev jî bandoreke mezin li ser Perwîn dike, nexasim di heman rojê de biryara şopandin riya fermandara xwe Hêlîn dide, lê malbatê bi biryara xwe agahdar nake. Di 26’ê Gulana 2014’an de tevlî nava refên YPJ’ê dibe.
Keç û bav li eniya şer
Bi destpêkirina berxwedan Kobanê de, Perwîn li eniya başûr weke fermandara tîmekê cihê xwe digire. Malbata Perwîn ji bilî bavê wê, koçberî Bakûrê Kurdistanê dibin. Bavê wê jî tevlî berxwedanê dibe. Perwîn û bavê xwe yê ku li eniya rojava bû, ji hev û din re dibin çavkaniya moralê. Bavê wê her dem jê re dibêje “Keça min bi aqilê xwe şer bike û bi dilê xwe ji heval û Kurdisatanê hez bike.” Di berxwedaniyê de perwîn û bavê xwe 4 caran hev dibînin û her dem behsa çawa hevalên wan li berxwe didin, rewşa şer çawa ye û weke hevalan sohbet dikin.
Bav Faruk Oso: Ji bo min wekî hevalekê bû
Bavê Perwîn Faruk Oso got peyîwendiya wî û keça wî, ne ya bav û keçê bû, lê ya hevaltiyê bû û wiha dom kir: “Carekê jê tê pirsîn ‘gelo tu ji bav an dayika xwe hez dikî? Ew jî dibêje ez zêdetir ji hevalên xwe hez dikim, ji ber ku îro em hev diparêzin, bi hev re jiyan dikin.”
Şopdara fermandara xwe
Şervana YPJ`ê Perwîn Agirî piştî perwerdeyê berê xwe dide eniya başûr û nêzî 4 mehan li wir dimîne. Di 13’ê mijdarê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê û fermandarê eniya başûr Kendal Tîrêj, di mewziya ku Agirî lê bû de jiyana xwe ji dest dide. Ev yek bandoreke mezin li ser kesayeta Agirî çêdike.
Şervana YPJ’ê Perwîn Agirî pişt re berê xwe dide eniya rojava û piştî wê jî eniya rojhilat. Perwîn Agirî li eniya başûr, di çalakiya rizgarkirian girê Sêvê de di 16’ê sibata 2015’an te, di encama şerê di navbera YPG/YPJ û çeteyan de tevî du hevalên xwe, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Perwîn di 17’ê Sibatê hate oxirkirin. Bavê wê Faruk Oso li ser gora wê got; “Keça min şer û berxwedaniya Kobanê bi dawî nabe, ez ê xwedî li hevaltiya te derkevim û her dem serbilind bim”. Bav û dayika Perwînê keça xwe bi destê xwe defin kirin. Di dema oxirkirina cenazeyê wê de jî birayê wê Gîvara soza rakirina çeka wê da.