Filma Spike Lee ya bi navê BlacKkKlansman piştî ku li Cannesê bi ser ket, niha kete vizyonê û hêja ye bi kurtî jî mirov berê xwe bi de derhîner Lee û her wiha, mijar û awayê çêkirina filmê. Filma Lee ji berê de filmeke provokatîf e. Ne li gorî qaîdeyên rêûresmê ye. Jixwe, kurtefilma wî ya bi navê The Answer (Bersiv) sala 1980´yî kiribû ku hindik bimîne ev derhêner ji dibistana filmçêkeriyê bête avêtin bi rexneya xwe ya eşkere û provokatîf a li netewe û neteweperestiyê.
Em bi Kurmanciyê li mijarê vegerin, BlackKkKlansman behsa polîsekî reşik ê îdealîst dike ku bi dizî dikeve nav nijadperestên spî yên Emerîkî ku weke Ku Klux Klan (KKK) tên nasîn; ya derketî holê bi rastî jî komediyeke ecêb e di nava pirsgirêkên cidî ên civakî ku dikin temaşevan bifikirin jî.
Performansa John David Washington serketî ye
Serpêhatî di nava rastî û xeyalê de li cihekî ye. rastiya çeteyên KKK, nijadperestiya ku destpêka salên 70´yî bi awayekî cidî krîmînal a van çeteyan û qehremanekî reşik û ku yekem reşik e di nava polîsên deverê de. Bi jêhatîbûna xwe di demeke kurt de karîbû di beşa îstîxbaratê de cih bigire. Ji ber ku serê wî timî bi maske girtiye, dikare xwe bixe nav KKK. Lê dema lazim dibe xwe eşkere jî bike, hevalê wî yê cihû dibe rûyê wî yê li raya giştî vekirî. John David Washington bi vî rolî bi rastî jî serketî radibe.
Em zêde li filmê eşkere nekin û heger hûn dixwazin lê binihêrin jî ji niha ve bibêjin, tevî hin qelsiyên teknîkî û hunandina detayên çîrokê, em wiha bibêjin, Lee bi awayekî karîger kariye têkoşîna rabihuriyê di nava dewamîbûneke roja me ya îro de bi awayekî sînematîk ê xurt bi cih bike. Ji ber wê yekê jî di vê filmê de derhêner "starê" bi rastî ye. FRANKFURT