Gundê Berxbatan yê başûrê herêma Kobanê 3 kurên xwe di berxwedana Girê Şehîd Xabûr (Girê Sêvê) ji van herdu birayên bi navên Mihemed Elî û Botan Mustefa Şêx Mihemed û yê sêyemîn jî pismamê wan yê bi navê Nîdal Behaedîn feda kirin.

Herdu bira Mihemed Elî û Botan Mustefa Şêx Mihemed beriya salekê zewicîbûn û zemawenda xwe di heman rojê de li gundê Berxbatan çêkiribûn. Mihemed Elî Mustefa Şêx Mihemed 28 salî ye û bavê zarokekî yek mehî ye.
Herdu bira bi hev re di sala 2012’an de tevlî nava refên YPG’ê bûn. Herdu birayan bi lehngî li hemberî êrîşên çeteyan ber xwe dan û heta ku di 4’ê gulanê jiyana xwe ji dest dan ji ve neqetiyan.
Pismamê wan Nîdal Behaedîn 25 salî ye û bavê 6 zarokan e. Behaedîn li bajarê Helebê rûdinişt û li taxa Şêxmeqsûd a bajêr di sala 2011’an de tevlî nava refên YPG’ê bû û li bajarê Helebê li hemberî çeteyan û hêzên rêjîmê ber xwe da.
Piştî demekê Behaedîn vegerî gundê xwe û li vir xebatên xwe di nava YPG’ê de berdewam kir û beriya 6 mehan berê xwe da eniyên şer ên li Rojhilatê herêma Kobanê piştre li başûrê herêmê di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di çav û lingê xwe de birîndar bû. piştî ku birîna Behaedîn çêbû dîsa berê xwe da eniyên şer ên Girê Şehîd Xabûr û li vir di berxwedana li hemberî çeteyê DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
Gundê Cort yê başûrê herêma Kobanê jî para xwe ji berxwedana Girê Şehîd Xabûr bir. Ji vî gundî jî du şervanên pismamên hev Mihemed Nûiman Oso û Mihemed Îso Remo, jiyana xwe ji dest dan.
Mihemed Nûiman Oso 49 salî ye û bavê 3 zarokan e, di destpêka şoreşê de beşdarî kar û xebatan bû û beşdarî gelek şerên parastinê bû û berxwedana dawî li Girê Şehîd Xabûr jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê ji heman gundî yê bi navê Mihemed Îso Remo yê 62 salî bavê 10 zarokan e, ji destpêka banga YPG’ê ya serferberiyê beşdarî nava xebatên leşgerî bû. Remo li gundê Sosik û Kendal ên rojhilatê herêma Kobanê berxwedaneke xurt da meşandin û di dema dawî de li gel pismamê xwe Mihemed Oso berê xwe dan başûrê herêmê û di 4’ê gulanê de li Girê Şehîd Xabûr jiyana xwe ji dest da.
Ji gundê Bilwêranê jî têkoşerê bi navê Ehmed Mustefa Elî Îbiş yê 38 salî li Girê Şehîd Xabûr jiyana xwe ji dest da. Îbiş bavê 3 zarokan e û 2 ji zarokên wî astengdar in û li gel hevalên xwe li gundê Aylecax ê rojavayê herêmê ber xwe da û piştre berê xwe da Girê Şehîd Xabûr.
Têkoşerê bi navê Xaşman Îmaîl Cermîş ê 30 salî ji navenda herêmê ji bajarê Kobanê ye û bavê 3 zarokan e. Cermîş beriya beşdarî seferberiyê bibe, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger bû. Cermîş li gundên Sosik û Girê Sor û gelek deverên din ên herêmê berxwedaneke xurt da meşandin.
Xaşman Îmaîl Cermîş herî dawî berê xwe dan Girê Şehîd Xabûr û li vir di 4’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Tê zanîn ku têkoşerên bi navê Rizgar, Rûken, Hêlîn, Rengîn Tolhildan, Zelal Berxwedan û Rojîn Zap di heman berxwedanê de li Girê Şehîd Xabûr jiyana xwe ji dest dan.

ANHA/KOBANÊ