Ji Cizîrê bi hezaran kes bi karwanekî sivîl ji bo rizgarkirina birîndarên li Serêkaniyê berê xwe da Serêkaniyê û hewl didin korîdoreke insanî vekin.
Ji herêma Cizîrê, bi sedan wesaîtî berê xwe da Serêkaniyê ji bo vekirina korîdoreke insanî da ku birîndarên li bajêr xilas bikin. Ev karwanê hanê yê ji sivîlan, doh danê sibehê berê xwe da Serêkaniyê.
Yek ji kesên di karwên de Mezlûm Yusiv ê ji Qamişlo ye, ew dibêje, “Îro, şêniyên kantona Cizîrê berê xwe da bajarê Serêkaniyê ji bo vekirina korîdora mirovî da ku birîndaran rizgar bikin û alîkariya wan bikin.”
Dr. Menal Mihemed jî got, hê jî metirsiyên mezin hene ku karesatên mirovî bi sedema dorpêça li ser bajêr ferzkirîçêbin: “Armanc, rizgarkirina birîndarên li nexweşxaneya Serêkaniyê û alîkariya wan e.”
Komkujiya li Mişrafa piştrast bû
Doh gava nûçeya me dihat amadekirin, çeteyên dewleta Tirk gelek caran bi sîlehan li karwên reşandin û top berdan wan, û nehiştin ku bigihin Serêkaniyê. Tevî vê jî kesên di karwanê sivîlan de ji ya xwe nehatin xwarê û israr kirin xwe bigihînin najêr. Gava nûçeya me dihat amadekirin. Karwan gihiştibû gundê gundê Mişrafa û cenazeyên 12 sivîlan şehîdkirî ji binê xirbeyan derxistin. Balefirêîn artêşa Tirk a dagirker ev gund bombe kiribû û bûbû sedema şehîdbûna van sivîlan. Gava nûçeya me dihat amadekirin, lêgerîna li cenazeyên şehîdan di nava xirbeyan de dewam dikir.
Artêşa tirk nahêle karwan biçe Serêkaniyê
Rojnamevanên biyanî yên di nava karwanê sivîlan de jî piştrast dikin ku Artêşa Tirk nahêle ew bikevin bajarê Serêkaniyê. Bi karwên re 2 rojnemevanên biyanî hene da ku destekê bidine şêniyên Serêkaniyê. Wan got, artêşa Tirk nahêle ew derbasî bajar bibin.
Rojnemevan Robin Firaming got, “Da ku ez rewşa karwanê sivîlan ên ku ber bi Serêkaniyê ve diçin, bişopînim, ez hatim vir.” Her wiha Robin Firaming îşaret bi erka xwe ya sereke kir ku ew jî rewşa karwanê sivîlên ber bi Serêkaniyê ve diçin, bişopîne da ku birîndarên sivîl derman bike û wiha pê de çû: “Em ber bi wir ve diçin da ku jiyana birîndarên li hundirê Serêkaniyê ne, rizgar bikin.”
SERÊKANİYÊ