Li gorî daneyên fermî, hejmara kesên ji ber baran û lêhiya ji Newrozê û vir ve li gelemperiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê mirine, gihiştiye 44’an; lê çavkaniyên herêmî diyar dikin ku bi kêmanî 200 kes mirine.

Ji ber şiliya zêde a ji 21’ê Adarê ve, lêhiya hema bêje li hemû eyaletên Îranê da, rê li ber ziyana mal û can vekir.

Tevî ku 17 roj di ser karesatê re bihurîne jî, hê jî rejîm asta karesatê dinixûmîne. Gel ji ber alîkarînekirinê bi hêrs e.

Bi sedan kes mirine

Li gelemperiya Îranê, avê da ser gelek bajar û gundan. Bi hezaran kesî her tişta xwe ji dest da. Lêhiyê pêşî li bakurê rojhilatê Îranê da, piştre jî ji 25’ê Adarê û pê ve lêhî rabû li herêmên rojava û başûrê rojavayê Îranê, ku Rojhilatê Kurdistanê jî tê de ye.

Li gorî daneyên çapemeniya fermî bi kêmanî 44 kes mirine, lê çavkaniyên herêmî û muxalif behsa herî kêm 200 kesên mirî dikin. Lêhî ziyaneke mezin daye herêma Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî.

Saziya Tiba Edlî ya Loristanê ragihand ku 14 cenaze heta niha gihandine wan, miriyên li herêma Pol Doxtar jî ne di nava vê hejmarê de ne. Ev hejmar hê zêdetirin tên îfadekirin. Hikûmet ji bo hêrsa gel nizim bike, mirî û asta karesatê dinixûmîne.

Endamê meclîsa Pol Doxtar û Maamûlan a girêdayî Îlamê, Hamîd Reza Kazemî ragihand ku nîvê bajarê Pol Doxtar û nîvê bajarê Maamûlan û 20 gund di bin avê de mane: “Alîkarî tenê bi helîkopteran dikare bê kirin. Têkilî bi 100 gundan re hatiye birrîn. Gundiyan xwe gihandiye çiya û ti derfet nîne. Divê alîkariyên lezgîn di demeke herî kin de belav bibe ji ber ku herêma ku bandor lê bûye pirr mezin e.”

 

NAVENDANÛÇEYAN