Bi şoreşa Rojava re eleqeya gelek netewe û derdorên cuda ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurd jî zêde dibe. Gelek hîndekar, nivîskar û rewşenbîr piştî şoreşê hewl didin ku dîroka Kurd û Kurdistanê lêkolîn bikin û bi mirovahiyê re parve bikin. Ji van yek jî xebata Jordî Tejel a li ser dîroka Kurdên Rojava ye. Tejel di encama xebatek berfireh de dîroka Rojava bi navê, “Kurdên Suriyeyê: Dîrok, Siyaset û Civak” wekî pirtûk çap kir. 




Xebat ji 6 beşan pêk tê 


Pirtûka hîndekarê zanîngeha Frîbourg a Swîsreyê Tejel ji weşanên Întîfadayê derket. Di xebatê de dîroka Kurdan a di navbera salên 1920-2007’an de tê analîzkirin. Ji dema mêtingeriya Fransayê bigire heta serhildana Qamişlo û pêvajoya dawî di pirtûkê de berfireh tê analîzkirin. Di pirtûkê de ligel dîroka Rojava jiyana çandî, siyasî û civakî jî tê nirxandin. Di pirtûkê de xebat ji 6 beşan pêk tê. Beşa yekemîn bi sernava, “Di Dema Mandaya Fransayê de Kurd” salên 1946-1963’an dadihûrîne. Her wiha pirtûk bi beşên, “Pergala Baasê û Kurd”, “Pirsgirêka Kurd û Aliyê Navneteweyî”, “Berteka Kurdan û Sinor” û “Serhildana Qamişloyê” berdewam dike. 




‘Serhildana Qamişlo cesaret da’


Tejel têkildarî xebata xwe jî agahiyan da û van xalan bilêv kir: “Xebatên berfireh ên li ser Kurdên Suriyeyê piştî salên 1990’an girêdayî zêdebûna hasasiyeta di warê mafên mirovan de dest pê kirine. Ev xebat hin agahiyên kronolojîk didin lê zêdetir li ser rewşa kêmarî ya Kurdan a li Suriyeyê radiwestin. Serhildana Qamişlo di warê lêkolînên li ser Kurdan de cesaret daye. Ligel ku eleqeya li hemberî meseleya Kurd jî xebatên antropolojîk, dirokî û siyasî yên di vî warî de kêm in.” 


 DÎHA/ENQERE