Celadet Bedirxanî navê wî weke Xanîyê Duyem hil dida. Dengê Ehmedê Xanî yê Kurmancî yê sedsala 17. di sedsala 19. de bi dengê Hacî Qadirê Koyî yê Soranî li Kurdistanê ji nû ve olan daye.
Lêkolîneke serbixwe hêj nehatibû kirin
Weşanxane li ser malpera xwe têkîldarî pirtûka çapbûyî dinivîse:” Li Bakur der bareyê Xanî de têra xwe xebat hatine kirin; lê der bareyê Koyî de bi taybetî di asta pirtûkan de lêkolîneke serbixwe hêj nehatiye kirin. Bi amanca tijekirina vê valayîyê bi tevkarîyeke mutewazî me hewcedarî û guncaw dît ku em vê lêkolînê bi du zimanan, bi Tirkî û Kurdî bikin. Me helbestên Soranî yên resen di beşa Tirkî de digel wergera wan a Tirkî; yên beşa Kurdî jî digel wergera wan a Kurmancî dane. Ev lêkolîn bi amanca ku bi qasî dilopek ji deryayê be jî kurdên Bakur vî Xanîyê Duyem nas bikin, hatîye amadekirin.”
AMED