Nadir Yabe da zanîn ku wan zêdetirî 15 mehan li wî cihê kevnar vekolîn kiriye û got: “Me îsal jî bi 15 zankoyan re girêbest îmze kiriye, em ê meha bê dîsa dest bi vekolîn û lêkolînên xwe li cihên kevnar bikin.”

Yek ji pisporên ku ji Zankoya Otonomî tevlî vekolîna Gird Leşker bûbû, Dr. Ana Gomêz jî di civînê de li ser encamên vekolînê axivî û got, li gorî encamên vekolîna Gird Leşker tê dîtin ku ji berbanga dîrokê ve mirov li wê derê jiyane.

 

Parçeyên hatî dîtîn wê lêbikolin

Dr. Ana Gomêz her wiha got: “Gird Leşker ê li rojhilatê bajarê Hewlêrê, 14 metran bilind û 4 hektaran jî fireh e. Li wê derê 11 cihên cuda hene. Me karî 50 sindoqên tijî tiştên kevnar peyda bikin, kevnariya wan tiştan vedigere hezar sala sêyemîn a serdema Neynewaya Pêncem. Li gorî encamên vekolînê, li wir avahî û xanî hebûne. Helbet em ê wan parçeyên ku hatine dîtin, li taqîgehên zanistî de lêkolîn bikin û encamên wan lêkolînan jî bikin rapor.” 


 HEWLER