Li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, di çarçoveya projeyên Weqfa Loewe piştgirê wan de ji bo şeş salan bi navê “Kurd li Elmanyayê – Di navbera nasnameya xweîfadekirin û ji derve ve terîfkirinê de” wê xebatê bimeşîne. Zimanzan Prof. Dr. Jost Gippert û zimanzan Prof. Dr. Saloumeh Gholami ku herdu jî endamên Înstîtuya ji bo Zimanzaniya Empîrîk a Zanîngeha Goethe ne Berpirsên vê projeyê ne.

Proje bi xwe xwe wisa dide nasîn “Maneya berçav a “Kurd” yekser elaqedarî koma miamele pê têkirin, herêma jê tê û faktorên nasnameçêker ên pirreng (Ziman, dîn, çand, diyarkirina nasnameya xwe ya etnîk û ji der ve binavkirina wê) ye. Van perspektîfan herçî Kurd in vê dema dawiyê, nexasim jî li Elmanyayê rê vekir li ber gelekmanebûnên peyvan û pêre jî aloziyên nasnameyî.

Ev projeya qismî, hewl dide ku nasnameavakirina komên “Kurd” ên cihê (Kurd, Zaza, Êzîdî, Elewî, Ehlê Heq û yên din) bi perspektîveke emîk (ji hundirê komê) û etîk (weke çavdêr) lêbikole.”

Ev proje di çarçoveya mijara destekkirinê ya Weqfa Loewe ya bi navê “Lêkolînên hindikahiyan: Ziman û nasname” de tê fînansekirin û wê 6 salan dewam bike.

 

 FRANKFURT