Hefteya bihurî sêşemê li bajarê Lehistanê Krakówê bi navê "Wejeya Kurdî: Di navbera sînoran de, rabihurî û modernîte." civîneke pisporên akademîk a zanistî hat lidarxistin. Ev semîner di çarçoveya projeya "Mirov çawa bike ku dengek were bihîstin? Berdewamî û guherîna çand û rastiya civakî ya Kurd di perspektîfên postkolonyal de" pêk dihat ku xebateke beşa Zanistên Kurdî ye li Lehistanê. Prof. Michael Leezenberg ji Amsterdamê, Dr. Amr Taher Ahmed ji Akademiya Awusturyayî ya Zanistî ya Viyanayê, Dr. Hashem Ahmedzade ji Înstîtya Lêkolîn û Geşedanê ji Hewlêrê, Dr. Clemence Scalbert-Yücel ji Zanîngeha Exeterê û Dr. Joanna Bocheńska ji Zanîngeha Yagiellonskî beşdarî vê semînerê bûn. Jixwe ev proje jî li zanêngeha Yagiellonskî li mal e. Hem li ser vê semînerê û hem jî li ser lêkolînên Kurdî li Lehistanê Dr. Joanna Bocheńska ku birêvebera projeyê ye ji Yeni Ozgur Politika Kurdî re peyivî.

Em beşeke piçûk in ji akademîsyenên ciwan

Dr. Joanna Bocheńska  dibêje beşa zanistên Kurdî di nava pişka Îrannasiyê li Înstîtûya Zanistên Rojhilatnasiyê ya zanîngeha Yagiellonskî li Krakówê hatiye dameazrandin û halê hazir weke beşeke lêkolînê hatiye bi cihkirin, lê belê armanca wan ew e ku karibin xwendekarên mastir û doktorayê jî bigirin. Bocheńska li gotinê xwe zêde dike ku ew ji akademîsyenên ciwan pêk tên ku ne bi tenê girêdayî zanîngeha Yagiellonskî ne û ji zanîngeha din a Krakówê û ji Enstîtiyên wan ên din jî akademîsyenên ciwan di nava wan de cihê xwe digirin û weha dewam dike: "Di çarçoveya projeya me ya lêkolînê (binihêre li nivîsa di çarçoveyê de) de em dikarin hersal semînereke taybet li ser mijarekê li dar bixin. Par semînera me li ser rêûresma Êzîdiyan bû. Îsal fikra min ew bû ku em semînerê li ser mijara wêjeya Kurdî li dar bixin, lewma ez bi xwe jî li ser edeba Kurdî dixebitim û teza min a doktorayê jî li ser edebiyata Kurdî bû, nexasim li ser ya Kurdên Bakur. Bi raya min rola edeba Kurdî di nasandina Kurdan, fikr, çand, hest û gelek tiştên girêdayî şexsiyeta wan in girîng e. Li Lehistanê edebê berê ji bo azadiya mirovan bi rola xwe rabû. Lewma tecrûbeya nebûna serxwebûnê ya Lehistanê jî hebû. Lewma min xwest em îsal girîngiyê bi edebê bidin.

"Dengbêjên çîrokên Kurdî" ji bo xelkê Lehistanê

Em dixwazin li ser babetên siyasî rawestin, ev diyar e. Di meydana Kurdnasiya navneteweyî de bûye mijareke sereke. Lê çanda Kurdî jî gelekî girîng e. Lewma em karê wergerê jî dikin û di du hejmarên kovara (Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies/Bultena Lêkolînên Kurdî) xwe de jî me cih da van wergerên ji edeba Kurdî. JI wan wergeran hin jê jî yên min in. Îsal jî min pirtûka çîrokan a bi navê "Dengbêjîn çîrokên Kurdî" bi lehî hat çapkirin. Ev hem ji bo lêkolînên KUrdî ye û hem jî bi wêneyan ji bo zarokan. Min xwest xelkê Lehistanê zargotina Kurdan nas bikin. Ev çîrok hemû yên berhevkirina balbata Celîl in."

Wêje ji bo danasîna Kurdan girîng e

Semînera "Wejeya Kurdî: Di navbera sînoran de, rabihurî û modernîte" jî bi daxwaza Dr. Joanna Bocheńska li dar ketiye û wê xwestiye ku akademîsyenên Kurd û yên rojavayî yên ku fêrî Kurdî bûne bîne cem hev û nîqaşê bikin li ser edeba Kurdî. Bocheńska dibêje, semînerên bi vî rengî pirr girîng e û wergera metnên edebî yên Kurdî ber bi zimanên din jî girîng e ji bo rasttir naskirina Kurdan. Di vê semînera 21´ê Cotmehê li darketî de Prof. Michiel Leezenberg (Zanêngeha Amsterdamê) mijara Hezkirin, (trans-) cinsî û cinsîbûn di Mem û Zîna Xanî de gotara xwe pêşkêş kir. Dr Amr Taher Ahmed (Akademiya Zanistê, Viyana) jî li ser rola neteweperestiyê di destpêka helbestvaniya modern a Kurdî de peyivî. Dr Hashem Ahmedzadeh (Institute for Research and Development – Hewlêr) jî berê awira xwe daye ser rastî (fakt) û xeyaliyê (fîksiyon) di nîqaşa gotina edebî ya modern a Kurdî de. Dr. Clemence Scalbert-Yücel (Zanîngeha Exeterê) pirsa gelo wêjeya Kurdî wêjeke berxwedanê ye ji xwe kiriye. Herçî Dr. Joanna Bocheńska ye bi mînaka Şepala Hesenê Metê behsa xiyanet û dilsoziyê kiriye li bin rohniya nêzîkatiya etnîk a bo edebê.

"Zehmetiyên aborî asteng in"

Dr. Joanna Bocheńska dibêje, ew dersên çanda Kurdî hersal didin xwendekarên beşên Îrannasî, Erebnasî û Rojhilatnasiyê. Herçî dersên zimanê Kurdî ne, ji ber ku dewamîbûna xwendekarên Kurdî nîne, tatêlan dike ku wê nikaribin wan dewam bikin. Lewma ji bo sinifên dersên Kurdî şert e herî kêm şeş xwendekar hebin. Bocheńska îşaret bi kêmbûna derfetên darayî yîn zanîngeha xwe jî dike û dibêje, ji ber kêmbûna pereyan, ew nikarin dersên Kurdî bi pêş bixin, lewma ji bo wezîfedarkirina dersdaran derfetên darayî pêwîst in. Dr. Joanna Bocheńska dîsa jî hêviya xwe jî îfade dike: "em dixwazin vê projeyê bidomînin û siberojê hêdî hêdî tiştekî ava bikin. Dema ku pileya me ya lêkolîneriyê bilind bibe em dikarin li vê Îstîtuyê beşekê ava bikin ku karibe xwendekaran ji bo mastirê bigire."

Ji bo çanda Kurdî tevneke taybet lazim e

Dr. Joanna Bocheńska herî dawî jî bi girîngî îşaret bi pêwîstiya hebûna tevneke taybet a ji bo çanda Kurdî kir û weha peyivî: "ev pêwîst e ji bo ku mirov ne bitenê aliyên biêş ên Kurdan nas bikin, lê belê xweşiya mirovan, çanda wan, fikra wan û hestîn wan nas bikin. Ev pirr girîng e. Ev ne bi tenê ji bo çanda wan girîng e, her weha ji bo qebûlkirina mafên wan, paşeroja wan li Ewrûpa û li Rojhita Navîn pirr girîng e. Ez bang li ronakbîr dikim, werin em bi hev re şebekeyeke taybet, tevnekê ava bikin ji bo çanda Kurdî da ku Kurd xweşî û bedewiya xwe pê bidin nasîn."

Akademîsyeneke pirralî


Dr. Joanna Bocheńska, seroka projeyê, li Pişka Îrannasiyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî dixebite. Yek ji damezrînerên Beşa Lêkolînên Kurdî ya ku sala 2008´an e di vê enstîtuyê de hat damezrandin. Wergêra ji zimanên kurdî û rûsî; wênekêş û rojnamevan e. Di nava salên 1997 - 2002an de ziman û edebiyata rûsî li Enstîtuya Filolojiya Slavên Rojhilat a Zanîngeha Yagîellonskî xwendiye. Sala 2004an li ser nasname û edebiyata kurdî dest bi nivîsandina teza xwe ya doktorayê kiriye. Dr. Bocheńska bi hevalên xwe yên projeyê gelek çalakiyên çandî yên li ser çanda kurdî li dar xistine, ji bo nimûnê Forûmeke Șagirtên Polonî û Kurd (Zanîngeha Yagîellonskî, 2004), Şevbuhêrkên bi çanda kurdî (Navenda Kurdî ya ji bo Agahdarî û Arşîvkirinê, Kraków 2005/2006), Rojên Çanda Îslamê (bi hevkariya Weqfa Znak, Kluba Diyalogê ya Krakówê û Navenda Kurdî ya ji bo Agahdarî û Arşîvkirinê), Kurd di navbera Tirkiye, PKK û Yekitiya Ewropayê de, bi beşdarbûna çalakvanên ji Ewropa û Kurdistana Tirkiyê (bi piştgiriya Weqfa Znak, Pirtûkxaneya Herêmî ya Krakówê, Înîsyatifeke Kurdên li Swedê û TEVKURDê, 2008), Semînara Navneteweyî ya li ser Kurdistana Îranê (Zanîngeha Yagîellonskî, 2009) bi beşdariya lêkolînerên kurd ji Zanîngeha Exeter û Zanîngeha Göttingenê. Her wiha Dr. Bocheńska alikariya şagirt û rojnamevanên polonî yên ku diçin Kurdistanê jî dike.




LUQMAN GULDIVÊ