Ez niha rojnivîsên hevalên şehîd dixwînim. Ger wêneyek bana, ji dilê min dihat ku ez wî wêneyî bi we hemûyan re parve bikim û hûn hemû berhemên qeşeng bibînin. Ev gotinên ku ez dixwînim, ji dilê min dikele, bi meraq e û li benda bîranînên ku derkevin pêşiya wan hatine nivîsandin. Piştî ku sînor tê qutkirin, heyecan ji dil dipeke û dixwaze bi lênûsê re parve bike. Çawa digihîjin Bakur xaka zêrîn a ku di bin siya dijmin de ye, bi wan re dibe heval û li benda wan e ku pê re parve bikin û sebra wê bînin. Xaka pîroz bêyî ku biaxive dilê xwe ji wan re vedike û wan pêşwazî dike. Dilê gerîlayên hêja vê yekê hîs dike ûparve dikin. Hevalên şehîd her bosteke ku li Bakur avêtine parve kirine, mîna ku hîs dikirin dê gelek mirovên mîna min van peyvan bixwînin û ji bo wan bibe moral nivîsîne. Di zorî û zehmetiyan de, di êş û xweşiyê de hatiye bîra wan ku pênûsên xwe bigirin destên xwe û behsa jiyana Bakur bikin. Dizanin çûyîna Bakur hesreta dilê gelek kesan e, dizanin gelek kes li benda wan kêliyan e ku mîna wan sînor derbas bikin û lingên xwe biavêjin xaka pîroz. Di dîtina bedewbûna welat de tenê namînin, xwezaya Kurdistanê mîna kulîlkan digirin destê xwe û bêhn dikin, dibin şahidê heyecana gelê Kurd ê ku bi salan e êş kişandiye. Hezkirina gel ji gerîla re dibînin û bi hesta ku ji bo wan xeyal e di wan kêliyan de dijîn. Gelekî zor e ku mirov lênûsên hevalên şehîd bixwîne, her peyveke ku nivîsîne, ji bo te mîna deryayekê kûr û watedar e. Dibe ku mirov her tiştê ji bîr bike, lê hevaltiya ku li asoyên çiyayan nefes girtiye, di zorî û zehmetiyan de pijiyaye, tu carî nayê jibîrkirin. Xwendina hinek hevalan kêm e, lê dîsa jî bi hestên xwe yên sade hezkirina xwe ya gerîlatiyê anîne ziman. Dizanin dê ew peyv bibin berhemên dîrokî. Li gor min ew peyv ne tenê berhemên dîrokî ne, roja îro ronî dikin û nirxên jiyanê bi te didin hîskirin.

Di şevên tarî de bedewbûna tîrêjin rojê, bi te re parve dikin, di êşên mezin de bi te re hevalbend in û di seqema dijwar de ji bo te dibin pêt, dilê te germ dikin û wê heyecana te gur dikin. Dibe ku tu gelek hevalên şehîd nas nekî, lê wexta tu nivîsên wan dixwînî, tu hebûna wan di kûrahiya dilê xwe de hîs dikî. Tu meraq dikî wan hevalan çawa jiyane, çi êş û xweşî dîtine. Xeyalên wan çi bûne û bi kîjan hestî çavên xwe li dinyayê girtine.
Zehmet e ku tu xwe bidî qenaetkirin ku tu nema dikarî wan hevalan bibînî, lê tê bîra te, tu çiqasî vê jiyanê biparêzî û nirx bidî hevalên xwe tu ewqasî wan ji nêz ve hîs dikî. Bi sedan ciwanên Kurd hene şehîd ketine, lê belê li pey xwe nivîsek jî nehiştine. Ruhê xwe bi ava welat paqij kirine, canê xwe bi xaka xwe re parve kirine û bêxof bi ser dijmin ve çûne. Jiyan û bîranînên wan gelek rastiyan bi te didin naskirin. Destûr nadin ku dilê te qeşa bigire, yan jî tu bêwijdan bijî. Heya ku girêdana xwe ya bi vê jiyanê ve dane îfadekirin gelek zorî kişandine. Wexta ku tu nivîseke wan dixwînî, yan jî li jiyana wan guhdar dikî bêyî ku tu hîs bikî, tu ji wan re heyran dimînî. Hinek caran jî tenê wêneyekî wan ê çeka wan li milê wan e, gora xwe rakirine ser şalê xwe, kefiyeya wan di sukra wan de ye û bi heybet sekinîne.
Bes ku tu li xwe vegerî û ji xwe bipirsî gelo ez jî mîna wan bi heybet im? Tu dibînî ku dibin mêvanên dilê te û tu dikarî gelek hevokên veşartî ji çavên wan hîs bikî. Hîskirina hevalên şehîd rêgezên vê şoreşê ne…
Ew heval dibin rêgezên jêneger ên jiyanê û di her kêliyekê de bi te re dijîn. Wexta ku tu serkeftinan bi dest dixî kêfxweş dibin û gava ku tu kêmasiyan dikî, te lêpirsîn dikin. Ew şehîd in û her yek ji wan bi hebûn û hevokên xwe parçeyek ji vê jiyanê ne.


DUNYA CEMÎL