Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî 3 hezar û 286 kes winda ne. Ebdî, da zanîn ku ew ê der barê sûcan de komîteya lêpirsînê ava bikin.
Dewleta Tirk a qirker û dagirker li Kurdistanê li dijî Kurdan ji mêtingerekî wêdetir tevdigere. Lewma jî sûcên dike ew sûc in, li dijî mirovatiyê ne. Lê dewleta Tirk şerekî taybet û psîkolojîk dimeşîne. Ji bo vê jî gelek komên çete bi rêxistin kiriye û bi destê wan van sûcan dike. Serê mirovan jê dikin. Li talan û terşê xelkê dixin. Destavêtin û destdirêjiyê dikin. Mirovan direvînin û fîdyeyê dixwazin. Di serî de zeytûn û mirîşk malê xelkê didizin. Dewleta Tirk li minteqeyên Kurdan, nexasim li Efrînê, li Grêspî û Serêkaniyê sûcên bi vî rengî her tim dikin. Bi vî awayî jî dixwaze Kurdan qir bike; bi tirsê û zorê Kurdan koçber bike û demografiya Kurdistanê biguhere.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîka (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û bal kişand ser van sûcên dewleta Tirk ên li pêş çavên cîhanê pêk tên. Ebdî di peyama xwe de agahiyên berbişav dan û da zanîn ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 hezar û 286 kes heya niha ji aliyê rêxistinên çetayan ên cuda ve hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Têkoşîn erkeke exlaqî ye
Ebdî li ser van sûcan diyar kir ku ew ê der barê van sûcan de Komîsyoneke Lêpirsînê saz bikin û got: “Ev komîsyon wê faîlên van sûcan bibîne û bi raya giştî re parve bike. Têkoşîna li dijî windabûnan, berpirsiyeke qanûnî û exlaqî ye ku dikeve ser mile me hemûyan. Li herêma me 3 hezar û 286 kesên winda hene. Ev kes ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê hatine revandin. DAIŞ`ê 544 kes, komên îtîlafa wetenî ya Sûriyê 2 hezar û 368 kes û cihazên emnî yên rejîma Sûriyê 374 kes revandine. Tevî ku 8 kes li herêmên di bin kontrola me de winda bûne.
Encamê ji raya giştî re werin eşkerekirin
Me komîteyek erkdar kir da ku lêpirsînan çêke. Ji bo çaranûsa kesên ku li herêmên di bin kontrola hêzên me de winda bûne eşkere bibe. Da ku kesên destên wan di van sûcan de hene eşkere bibe û werin muhesebekirin. Encamên destpêkê yên van lêpirsînan wê di demek nêz de ji raya giştî re bê eşkerekirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Eyn Îsayê diziya çeteyên Tirk
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navbera gundên Ebû Sira û Xalidiye yên Eyn Îsayê, rêya bazirganan ên mal ji Reqayê dibin Minbicê birîn û dest danîn ser mal û wesayitên sivîlan.
Hate ragihandin ku bûyer şeva 9’ê Çileyê saet di 18:00 de rû da. Sebir Nezîr Edî Sûbe û EHmed Mehmûd Nebîsî ku pismamê hev in û mal dibirin ji Minbicê re, diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk rêya wan birîne û gotin: “”Ev kesên ku kincên leşkerî li wan bûn û bi çek bûn ji kêleka rê ji nişka ve derketin pêşiya me. Bi çekê li serê me xistin. Serê me şikandin. Piştre nasnameyên me, ewraqên me, fatûreyên me û wesayitên me birin û çûn. Em bi wesayiteke sivîl hatin heta deverekê. Piştre jî endamên Asayîşa Eyn Îsayê em dîtin. Em birin nexweşxneyê.”
ANF/EYN ÎSA