Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide wiha axivî: "Ji bo parastina bendava Qenîşqeyê qereqoleke, metro û nîv berahî û 4 metro bilindahî dîwar tê çêkirin û daristana derdora qereqolê bi teqemeniyê tê tunekirin. Piştî teqînê daristan dişewite. Şewata ku li çiyayê Gomanê derdikeve li Şemzînanê tê dîtin. Leşker dixwazin daristan tune bibin. Ji ber ku di pevçûnan de bi rihetî derdora xwe bibînin."

Piştî ku KCK'ê biryara rawestandina vekişînê da liv û tevgera leşkerî zêde bû. Bi taybet jî di saetên şev, ji Qişlaya Hacibekîr ya Wanê bi sedan wesayîtê leşkerî, ber bi Oremar, Şemzînan û Çelê sewqiyat tê kirin. Welatiyên herêmê liv û tevgera leşkerî wekî amadekariya şer bi nav dikin.
Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Geverê Mesut Kiratli der barê şewata daristanan û talankirina xwezayê wiha axivî: "Wekî hemû kesî ji bo pêvajoya çareseriyê bendewariyên me jî hebûn. Lê dewletê bêçalakîtî ji xwe re wekî firsendekî dît û li ser giran qereqol çêkir û lez da çêkirina bendavan û bendewariyên me vala derxist. Ev amadekariyên dewletê ji bo pevçûn û şer wekî agahiyekî ye û di heman demê de ev tê wateya qetlîama xwezayê ku bi salane li herêmê pêk tê. Qereqol li cih û xwezaya ku heta niha ji aliyê mirovan ve nehatine texrîbkirin tên çêkirin û bi vî rengî xwezayê texrîb dikin. Her wiha daristana bajarê me ji aliyê leşkeran ve bi hinceta zêdetir derdora xwe bibînin tên şewitandin. Mînaka herî dawî li Şemzînanê hat jiyîn. Berê dema derdiketin operasyona zirar didan xwezayê lê niha jî bi çêkirina rêyên nû, qereqol, bendavan zirarê didin xwezayê." Mesut Kiratli anî ziman ku wekî Komeleya Xwezayê ya Cîlo Geverê li dijî talankirina xwezayê ne û xwest gel di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin.



VAHAP BAY / SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG