Li gundê Gundikê yê Golana Erdexanê leşkerên ev 2 roj in li herêmê derketibûn operasyonê, mînîbusa welatiyên sivîl gulebaran kir. Di encama gulebaranê de Kamber Morkoç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, welatiyên bi navê Sabrî Morkoç û Altan Akin jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, Kamber Morkoç, Sabrî Morkoç û Altan Akin seat di 08.00’an de ji bo biçin zazonê xwe li mînîbusê siwar bûn û ji gund ber bi zozanan ve bi rê ketin. 


Bavê gerîlayekî bû

Hat ragihandin ku leşkerên ku 2 roj berê ji Erdexan û Golanê hatibûn û li daristanê ser sînorê Erziromê bi cih bibûn. Leşkeran mînîbusa ku her sê welatî têde bûn bi çekên lûle dirêj gulebarana kirin. Li ser vê gulebaranê wesayît rawestiya û leşker hatin cem mînîbusê. Leşker bêyî ku mudaxaleyî birîndaran bike ji wir çûn. Kamber Morkoç (70) ligel hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da. Sabrî Morkoç ji sînga xwe û Altan Akin jî ji zikê xwe birîndar bû. Akin bi halê xwe yê birindarî wesayît ajot û anî Nexweşxaneya Dewletê ya Goleyê. Piştî mudaxaleya ewilî ya li Golanê ji wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê kirin.

Her wiha leşkerên ku derketibûn operasyonê beriya gulebaranê welatiyên gundê Senemogluyê yên diçûn zozanê rawestandin û nasnameyên wan kontrol kirin. Leşkeran heqaret li welatiyên li hemberî pêkanînên derketin kirin. Tê gotin ku Kamber Morkoç bavê gerîlayek e.


Polîs rê girt

Welatiyên ku kuştina Kamber Morkoç bîhîst, xwestin biçin cihê bûyerê lê li wir rastî bendê polîsan hatin. Piştî êrîşa leşkeran welatiyên xwestin biçin herêma operasyonê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Hat ragihandin ku polîsên ku 6 km. dûrî navçeyê bi wesayîtên zirxî bendê danî ser rê û nehişt welatî biçin herêma operasyonê. Li hemberî vê helwesta polîsan welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir û parlamenterên HDP’ê ji bo polîs rê vekin bi rayedarên polîsan re hevdîtinê pêk tînin.

Beriya çûna herêma operasyonê, di nava wan de parlamenterê HDP’ê yê Erdexanê Taşkin Aktaş jî heye gelek welatî ji bo şermezarkirina êrîşê heta edliyeya Erdexanê meşiyan, Di meşê de bênavber dirûşmên “AKP dê hesab bide gel” û “PKK gel e, gel li vir e”. Parlamenter Aktaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku AKP fermana vê operasyonê daye û wiha axivî: “Bi vê yekê êrîşî îradeya gelê Gole û Erdexanê di 7’ê Hezîranê de nîşan dane kirin. Ji bo pêşiya operasyonê û pevçûnê bigirin gel li ser piyan e.” 


 DÎHA/ERDEXAN