Leşkerê Kurd Abddîn Kemal Reşo yê ji gundê Îga yê Efrînê, li Bajarokê Dahiyêt El Esaad a Şamê leşker bû û bi awayekî nayê zanîn kuştî hate dîtin. Heyanî niha nehatiye zanîn ka Abddîn ji aliyê kê ve û bi çi awayî hatiye kuştin. Bavê Abddîn, Kemal Reşo ji ANF’ê re axivî û got: “ Kurê min di leşeriyê de bi awayekî xayîn hatiye kuştin. Ji ber cihê 4 fîşekan li pişta kurê min heye. Divê her kes bizane kurê min ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin”. Piştî raperîna 12 adarê ya 2004 li Rojavayê Kurdistanê, heyanî 2011 an, hijmara leşkerên Kurd yên ku di leşkeriya Sûryeyê de hatine kuştin giştiye 56 leşkeran.
ANF/ŞAM