Hat diyarkirin ku roja 27’ê Tîrmehê, leşkerên artêşa Îranê gule bi ser wesayîta welatiyê bi navê Mistefa Aje yê ji gundê Badînawê yê Pîranşarê reşandin û di encamê de wesayîta Mistefa keta bendava Mehabadê û jiyana xwe ji dest da.
Her wiha çend roj beriya niha jî, yekîneyên sîxûrî Îtleatê (Dezgeha Sîxûrî ya Îranê) li ser şeqama Sîros a Sineyê li welatiyê bi navê Ferşîd Ensarî xistin û piştre jî bi ser mala wî de girtin û gelek alav bi xwe re birin. Piştî çend demjimêran Ferşîd Ensarîyê 26 salî ji ber îşkenceyên giran ji navenda Îtleatê ya li Sineyê vediguhêzin nexweşxaneyê. Ensarî ji ber îşkenceyên giran nayê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dide. Ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 32 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatine kuştin, her wiha bi dehan kes hatine birîdarkirin. Rayedarên Îranê û saziyên navnetewî li hemberî van kuştinan bêdeng in.

Topbarana Îranê Zarokekî 13 salî kuşt

Jêdereke agahdar ragihand ku doh careke din artêşa Îranê Herêma Kurdistanê topbaran kiriye û di encamê de, zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest daye. Wê jêderê da zanîn ku îro li dijî gundên Berde sor, Kilke Mirîşk û Alane topbaran bi awayekî tewşankî û bi giranî hatiye kirin. Jêdera agahdar aşkire kir ku navê zarokê ku jiyana xwe ji dest daye, Mihemed Enter Zirar e û topbarankirina gundan jî heya niha berdewam e.

ANF/PUKmedia