Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk li gelek cihan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bi giştî 14 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da. HPG’ê di diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş li Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî li dar xistine û di çalakiyê de bi kêmanî 5 esker hatin kuştin. HPG’ê îşaret pê kir ku ev çalakî di 3’ê Tîrmehê de li girê Sîvrî yê ser bi Şemzînanê ve hatiye lidarxistin.
HPG’ê got, doh danê sibehê yekîneyên wan li herêma Zapê gelek çalakî li dar xistine û leşkerên Tirk ên li herêma Qela Bedewe bi cih bûyîn, bûne hedefa wan. Di çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin û li Şehîd Xeyrî û Qela Bedewe bi çekên sekvanî û giran 3 leşker hatin kuştin.
Esker nikarin xwe biparêzin
HPG’ê diyar kir ku 2’yê Tîrmehê hêzên wan li ser rêya Wan û Şirnexê bi ser leşkerên Tirk ên li şantiyeya rêyan bi cih bûyîn xistiye, dozêrek rûxandiye, kontrayek kuştiye û yek jî birîndar kiriye.
HPG’ê da zanîn ku li Şirnex, Besta, Girê Sêvo bi ser leşkerên dijmin de girtine û çend leşker kuştine û birîndar kirine, lê hejmar zelal nekiriye. Heman rojê bi şev artêşa Tirk a dagirker di navbera Çaldêranê ya Wanê û çiyayê Tendûrekê de bi pêşengiya kontrayan operasyona dagirkerî daye destpêkirin. Gerîlayan bi çalakiyeke sabotajê derb li wan xist û 2 kontra kuştin.