Erê !
Wek carên berê!?
Destê min di bin serê qonaxê de ditevizî
Evînbazî wek şûşeyê lempeya zaroktiyê
bi agirê zimanekî xav diderizî
Daristana tenhatiya evînkuj gurên bi gir
û bazdana tixûbên rij
û giyanpijiya bi dûman û mij,
pirtûka bendemana min
û te wek bûka baranê
di sira bayê germ û zuha de,
di hinarkên nerm
û sira xwîna rehan de dilerizî.
“Zarok û esman xweşik in“
Êvara min digot û dikeniya!
Min digot:
Erê!
Wek cara berê!?
De rabe, vê hechecîka zêrîn
ji hêlîna dilê min
ber bi cîwaran de bifirîn...!
Tav û birûskên kulê bi ser asîtank
û dergehên jibîrbûyî de bibarîn...!
(Ehmed Huseynî-Kewname)