Lîstika ku ji aliyê koma dansê ya Navenda Çanda Mezopotamya ve hatiye amadekirin di 12 ê Mijdarê de li TAK Theatre ya li Kreutzbergê derdikeve ser dikê.
Nimûneyek ji têkoşîna azadiya jinê
Derhêner û lîstikvanê projeya jiyana Leyla Bedirxan Serhat Kûral derbarê lîstika wan de wiha axivî: “Me hewl da ku di kesayeta Leylayê de têkoşîna mafên jinan li ser dikê temsîl bikin. Jina Kurd a yekem e ku li Ewropa, Amerîka, Asya û Afrîkayê derketiye pêşberî temaşevanan. Jineke ciwan a bi pora reş di nav tarîtiyeke kûr de bi kincên hevrîşimî; reqsa xwedavendên serdema antîkî û raza wan radixîne ber çavan. Isîs, Neferîtî, Belkis û Leyla Safiye.”
Leyla jineke ji malbata navdar a Kurd ji binemala Bedirxaniyan, keça Abdurrezak Bedirxan e. Ji ber ku Osmaniyan bavê wê sirgûn kirin, ew bê bav mezin bû. Leyla ya ku bi çanda Osmanî, Misir û Ewropayê ve kamil bû, van hêmanan di hunera xwe de jî temsîl kir. Di nav mercên gelek dijwar de navê xwe li dîrokê nivîsand. Di yek ji operayên herî girîng a cîhanê de di lîstika La Scala de rola Belkisa Melîkeya Sabayê lîst. Tekane jina Kurd e ku di salên 1930’î de li Ewropa hunera dansê pêkaniye. Leyla Bedirxan feyza xwe ji Rojhilata Navîn û Ewropayê girt û tevahiya berhemên xwe bi Kurdî nîşan dan. Li gel astengiya malbata wê ya li hemberî hunera wê û zextên derdorê jî li têkoşîna hunera xwe dewam kir; Di vî warî de jî nimuneyeke girîng ji têkoşîna azadiyê ya jinê ye.
ANF/BERLÎN