
Koma Dansê ya Mezopotamyayê jiyana Leyla Bedirxan ku balerîna yekem a Kurd e bi dansa xwe li Stenbolê li ser dikê da pêşandan. Yeşîm Coşkun ya ku bi dansa xwe Leyla disêwirîne û Leyla carekedin jîndar dike.
Leyla Bedirxan ya ku wek prenseseke Kurd bi dansa xwe tê naskirin, vîdeoyeke ku dansa wê 44 saniyeyan nîşan dide ku ji sala 1930’î maye. Di wê vîdeoyê de xweşikbûna bedena Leyla, hêza wê bêqusurbûna livandina dest û milên wê û bi xwe baweriya wê li ber çavan e.
Korografiya berhema Mezopotamya dansê ku jiyana Leyla vedibêje aîdê Serhat Kural û Yeşîm Coşkun e. Muzîka dansa ku Leyla vedibêje jî ji aliyê Nurhak Kilagoz ve hatiye amadekirin.
STENBOL