Jiyana Leyla Bedirxan ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ve bi projeya “Leyla” careke din hate jiyandin. Têkoşîna jiyana reqsa Leyla Bedirxan dê ji aliyê Yaşîm Coşkun ve bê zindikirin. Listika “Leyla” ku sala borî di maha gulanê de promiyeriya wê hate kirin dê di 28’ê Nîsanê de li Navenda Hunera Fulya ya Beşiktaşê bê pêşandin.

Yekemîn reqsvana jina Kurd Leyla Bedirxan di sala 1930’an de li Ewrûpaye dest bi hûnera reqsê dike û di dîrokê de navê wê wek “Prensesa Kurdan” derbas dibe. Leyla Bedirxan bi dehan caran li Emerîka, Ewrûpa, Asya û Afrîkayê b operayên bi nav û deng yên wek “La scala” û Saba Melîkanesinde Belkis” derket ser dikê û reqisî. Leyla Bedirxan keça Abdulrezak Bedirxan ê ku ji malbateke nasîn û dewlement tê bi çanda Tirkiye, Misir û Ewrûpayê mezin bûye. Leyla Bedirxan ku îlham ji rojhilata navin û Ewrûpayê standiyê hemû reqsên ku kiriyê navê Kurdî li berhemên xwe yên reqsê daye.


‘Jineke xwe radestî reqsê kiriye’

Yeşîm a ku cardin reqsa Leyla Bedirxanê zindî dike, lêkolinên li ser Leylayê bi van hevokan tinê ziman: “Di derbarê reqsa Leyla tu dîmen û wêne di nav refên toz de nehate ditin. Ez gelek meraq dikim gelo dema Leyla direqisî çi dikir û çawa direqisiya. Gelek qala destên wê dikin gelo çawa destê xwe bikar dianiya. Min dixwest bi saniyeyek jî bûya reqsa wê bibînim. Lê mixabin her çi qas ez lê geriyam jî min nedit. Leyla Bedirxan ji ber yekemin reqsvana jina Kurd e cihê wê gelek giring e. Min di sala 2005’an de pirtûka Leyla Safiye ku qala jiyana Leyla Bedirxan dikir xwend û gelek jê bi bandor bûm. Di wê demê em li ser vê projeyê rawestiyan. Navenda Mezopotamyaya reqsê nû vebibû û ji bo projeyek wiha gelek zû bû. Dema ku em ketin sala 2015’an em fikirin ku tam dema projeyê ye û me dest bi projeyê kir.”


‘Ez ji bo reqsê ji dayîk bû me’

Yeşîm da zanin ku ji bo projeyê gelek lêkolin û amederiyan kirine lewra ji bo Leyla Bedirxan baş nas bikin û giyan bidinê bi nîviskara ku jiyana Leylayê nivîsîbû bi Leyla Safiye û malbata Bedirxanan re hevpeyvinê kirine û di derbarê wê de agahiyan kom kirine. 


‘Têkoşina jinekê ji bo hûnerê’

Yeşîm di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku kesayeta Leyla gelek zor û zexmet e lewra dema ku wê dilîze gelek zehmetiyan dikişe û got: “Em bi gorî berhem û nîvisên li ser Leylayê ketin rê. Bi rastî ji jinek gelek zor û zexmet e. Leyla gelek ji reksê û hûnerê hes dikir û ji bo baş bilîze gelek têkoşiyaye.”

Yeşim di dawiyê de ev tişt got: “Leyla dema ku dest bi hûnerê dike ji aliyê xizm û malbata xwe ve rastî bertekên mezin tê. Lê Leyla li hemberî hemû zor û bertekan ji bo hûnerê têdikoşe û hûnera xwe pêşkeşî gel dike. Me jî xwest ku vê têkoşinê cardin bidin jiyandin û bi nifşên nû bidin nasin.”


 JINHA/STENBOL